HATAY - Cîgirê Waliyê Hatayê Tolga Polat, li Edeneyê birayê xwe Altug Polat û dayika xwe Îkbal Polat qetil kir
Cîgirê Waliyê Hatayê Tolga Polat, li Navçeya Seyhanê ya Edeneyê birayê xwe Altug Polat û dayika xwe Îkbal Polat bi çekê qetil kir. Piştî bûyerê gelek polîs çûn cihê bûyerê. Polîsan cenazeyên Altug Polat û Îkbal Polat rakirin morga nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Cîgirê Walî Tolga Polat reviya û lêgerina wî didome.