ŞIRNEX - Şewata ku li navenda Şirnexê û navçeya wê Basayê bi daristanan ketibû vemirî.
Agirê ku duh ji ber sedemeke nediyar li daristanên di navbera gundê Avgamasiya navenda Şirnexê û gundê Bana yê navçeya Basayê ketibû, vemirî. Hat hînbûn ku agirê li Banayê ji aliyê weletiyan ve hatiye vemirandin û agirê li Avgamasya jî bixwe vemiriye