BÛRSA - Ji ber parvekirinên medya civakî, 5 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Li Bûrsayê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku 5 kesên li navçeyên Osmangazî, Gemlîk, Nîlufer û Înegolê, bi hinceta parvekirinên xwe yên medaya civakî hatin binçavkirin. Hat dest nîşan kirin ku Azîz Amak, Îbrahîm Tekeş, Onûr Demîr, Serkan Savgan û Îbrahîm Gezer li Midûriyeta Polîsan a Bûrsayê tên girtin.
Li bendêye ku 5 kesên hatin binçavkirin, sibe sewqî dozger bên kirin.