Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe

  • rojane
  • 09:50 15 Tebax 2020
  • |
img

ENQERE – Akademîsyen Doç. Dr. Yucel Demîrer, nêzîkatiya muxalifê ya li hemberî kêşeya Kurd diyar kir ku bi raporek li Enqereyê û civînek li Stenbolê pirsgirêka Kurd çareser nabe û wiha got: "Divê serokên partiyan biçin herêmê û aşkere tev li meseleyên şênber bibin. Divê tenê xebatên xwe bi gotinan û nivîsên li ser kaxizê bi sînor nekin." 

 
Di demên dawî de li Tirkiyeyê geşedanên nû li siyasetê zêde dibin. Bi taybetî gotinên serokên partiyên berê yên der barê kêşeya Kurd de pirsên nû ava dike. CHP’ê di Lijneya Giştî ya 37’an de bi axaftinên der barê kêşeya Kurd de bû rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Lê heta niha bi salan e der barê pirsgirêka Kurd de sozan didin. Gelek rapor amade dikin û gelek civînan li dar dixin. Lê heta niha hêj mafên Kurdan, li ser zagonê nehatiye qebûlkirin. Hêj statuya Kurdan bi fermî nehatiye naskirin. Hêj vîna Kurdan di zindanê de ye. Hevşaredar, siyasetmedar û pêşengên Kurd tên girtin. Hêj êrîşî gorên zarokên Kurdan dikin. Destûr nadin Kurd merasimên cenazeyên zarokên xwe li dar bixin û şînan dînin. Hêj li bajarê Kurdan qedexe li ser qedexeyê tê îlankirin. Hêj li bajarê Kurdan daristan tê şewitandin. Kurdî ne fermî ye û dibistanên bi Kurdî tune ye. Têkildarî nêzîkatiyên partiyên siyasî ya li dijî kêşeya Kurd Zanyarê Siyasetê Akademîsyen Doç. Dr. Yucel Demirer ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.
 
NEDÎTINA  KURDAN NE KORANÎ YE, ÎNKAR E
 
Dr. Yucel Demîrer, anî ziman ku îro gelek aktorê siyasî hene, lê di nava van aktorên siyasî de Kurdên mexdûr, xizan û bindest tune ye û wiha got: "Di nava van aktoran de partiyên siyasî yên partiyên sereke-navendî û yên ji van partiyan qetiya ne hene. Li Tirkiye qeyranek mezin a aktorên siyasî heye. Nûnerê meseleyên jiyanî û bingehîn ên Tirkiyeyê di nava van aktoran te tune ye. Raste gelek tişt dibin, lê ev kesana kêmasiya herî girîng nabînin. Kesên ku ji AKP'ê qetiyan divê berî her tiştî hesabên kiryarên xwe bidin. Divê hesabê cihê dagir kirine bidin. Aktorên li pêş divê berî her tiştî rexnedayînek kûr û ji dil bidin. Divê berî her tiştî bi tişta înkar kirine re rû bi rû bibin. Ev mesele ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha didome. Hin gizî raz hene gelek kes dizanin, lê wekî tune nêzîk dibin. Ez meseleya Kurd û komkujiya Ermeniyan jî di nava van meseleyan de dibînim. Ev mesele bandorê li her qada jiyanê dikin. Lê wekî tune nêzîk dibin. Îro pirsgirêka Kurd piştî pozîsyona Tevgera Azadiya Kurd di nava 10 salên dawî de ketiyê, êdî ne pêkan e bê înkarkirin. Lê li gel vê yekê di nava sînorê Komara Tirkiyeyê de hêj ev pirsgikêk nayê dîtin û tê înkarkirin. Ev ne koranî ye. Ev înkarkirin e. Ez vê yekê wekî înkara bi giştî dibînim. 
 
DIVÊ EM BI WÊREKÎ BÊJIN 'QRAL TAZÎ YE' 
 
Ez li Tirkiyeyê şeklê siyasetê dişibînim generalên ku eskerên wan tune ne. Li Tirktiyeyê gelek general var hene. lê eskerên wan tune. Her kes dixwaze bibe aqil û bi rêve bibe. Her kes aqil dide, raporan amade dike. Lê hêz û girseya wan a van bibe çareseriyê tune ye. Divê her kes di vê pêvajoyê de bi wêrekî bêje 'Qral Tazî ye' Divê em niqaş bikin ku li Tirkiyeyê hiqûq tune û Qesrên Edaletê tenê şeklî ne. Divê em her tiştî zelal biaxivin." 
Dema CHP qala meseleya Kurd dike peyva sêyemîn rapor e. Tê zanîn ku di dîroka CHP'ê de li ser meseleya Kurd rapor hatin amadekirin. Hin raporên bi wêrekî û bandor hatin nivîsîn. Lê îro li Tirkiyeyê CHP û tu partiyên muxalif ku bêje ez vê raporê têxim meriyetê tune ye. Îro demokrasî ketiye bin sifirê. Ez bawer nakim ku di vê rewşê de pirsgirêka Kurd bi raporek li Enqereyê bê aşkerekirin û civînek li Stenbolê bê li dar xistin bi encam bibe. Ji bo çareseriyê divê serokên partiyan biçin herêmê, gavên şênber bavêjin. Bibin perçeyekî pirsgirêkê ku Kurd li wan xwedî derkevin. Ev tenê bi gotin û nivîsandinê çareser nabe. Ji ber vê yekê ez CHP'ê ji partiyekê wêdetir wekî eniyekê dibînim. Beşek kesên ku dengê xwe didin CHP'ê amade ne ku dengê xwe bidin MHP'ê jî. Di vê rewşa zor de CHP ku dixwaze hevsengiyê li ser şirîkatiya muzakereyê ava bike, ez bawer nakim di meseleya Kurd de gavên çêker bavêjin." 
 
Doç. Dr. Yucel Demîrer, têkildarî bandora vîrûsa Covît -19 jî axivî û got: "Bi vîrûsa Corona re her tişt hat guhertin. Rengê civînan hat guhertin. Civîn li ser online tên kirin. Ji ber vê yekê rengê siyasetê jî hat guhertin. Lê li aliyê din her her tiştî qedexe dikin. Êdî parvekirina tweetê jî wêrekiyê dixwaze. Dixwazin vîrûsê li gorî xwe bi rêve bibin. Her tiştî têxin kontrola xwe." 
 
AKTORÊN PARTIYÊN NÛ DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ HESABÊ ROJÊN BORÎ BIDIN
 
Demîrer, li ser helwesta Alî Babacan û Ahmet Davutoglu jî rawestiya û got: "Ev aktorên ku di dema partiya xwe de pir bi bandor û xwedî pozisyonek bi hêz bûn, komkujî çêbûn, mirov hatin kuştin, talankirin û wêrankirin pêş ket. Wê demê çima tiştek nekirin. Divê mirov aşkere bi axive. Divê berî her tiştî hesabên wan rojan bidin. Davutoglu û Babacan her çend rûyên xwe yên paqij nîşanî civakê bidin jî divê berê rastiya xwe bînin ziman. Rexnedayîna wê bidin civakê. Ez bawer nakim ev aktor tiştekî bidin gelê Kurd."
 
Doç. Dr. Demîrer, li ser aktor û muxatabên Kurdan jî rawestiyaı û wiha axivî: "Wekî tê zanîn di nava tevgera azadiya Kurd de gelek aktorên siyaseta Kurd hene. HDP tenê ji vana yek e. Îro di nava sînorê Tirkiyeyê de aktora derdikeve pêş HDP ye. Li Rojhilata Navîn divê hebûna siyasî ya Kurd bi giştî bê dîtin. Divê tenê milê Tirkiyeyê neyê dîtin. Divê li Tirkiyeyê hemû hêzên çep û sosyalist ên hembêza xwe ji bo Kurdan vekirine bi hevre tev bigerin. " 
 
Demîrer, ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe jî anî ziman û wiha çareserî rêz kirin: "Divê pêşerojek Kurdî hebe. Divê kes ji fêrkirina Kurdî bêzar nebe. Divê li vî welatî her kes azad be. Îro HDP bi zilmek mezin re rû bi rû ye. Rêberên HDP’ê kadroyên wê û meclîsên wê hene. Lê bi vê siyasetê êdî nameşe. Di rewşek zordest û otoriter de bê guman lêgerîna demokrasiyê girîng e. Ez van daxuyanî û metnê îmzeyan bi qîmet dibînim. Le divê bêtir gavên şênber bên avêtin. Her kes destê xwe têxe bin kevir. Tahlila Jiyana Civakê  li ser bilgisayar û klavyeyê nayê guhertin. Li ser masê û bi pirtûkan nayê guhertin. Li kolanan, li nava zeviyan û li fabrîqeyan tê guhertin. Bi taybetî hêza muxailf divê li qadan, li nava zeviyan û fabrîqeyan di nava lêgerînê de be. Li pey guhertinê be. 
 
Bugün beni heyecanlandıran şeyler birkaç yüz tanede olsa da fabrika önlerinde dağıtılan bildiriler. 20-30 kişinin katıldığı belki çok büyük bir baskı ile dayak kötek ile sönümlense de bir HDP il, ilçe binası önünde yapılan açıklama beni çok heyecanlandırıyor. Bugün risk alan sorumluluk üstlenen elini taşın altına koyan ve bunu mutlaka yapmaya gayret eden bir dirençliğe ihtiyaç var. Faşizm döneminde her şeye ihtiyacımız var ama çözüm örgütlü mücadeleden ve sokaktan geçiyor.
 
 MA / Berîvan Altan-Selman Guzelyuz
 
 
 
 

Sernavên din

15/08/2020
15:50 Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan
15:18 Rayedar girtiyên nexweş derman nakin
14:33 Li Duzceyê 95 karkerên findiqan kirin qarantînayê
14:32 Di 13 salî de bavê wî li pêş çavên wî winda kirin: Em berdin neviyê me bernadin
14:01 Li Wanê mewlûd û dewet ji kesên temenê wan di seriya 65’an de re hatin qedexekirin
13:55 Li Şirnexê di rojên dawîn de 14 binçavkirin
13:48 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Yîgît binçav kirin
13:47 Li Dîlokê çalakî hatin qedexekirin
13:41 Duygu Delen spartin axê
13:41 Guven ê xwest li ber Walîtiyê xwe bişewitîne hat berdan
13:40 Birayên sûriyeyî yên li Farqînê winda bûn hatin dîtin
13:35 Artêşa Niştimanî ya Libya: Tirkiye endamên DAIŞ'ê dişîne Libya
13:26 Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê
12:52 26 sal e ji Mehmet Acarê ku hatiye windakirin agahî nayê girtin!
12:36 Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 182 kes bi Covît-19 ketine
12:07 Qeyûm tona avê ji 2 tl derxist 5.90 TL'yî
11:47 Hevserokê HDP’ê binçavkirin: Çekê kirin serê zarok
10:39 Li Bûrsayê 4 kes hatin berdan, kesek hat girtin
10:01 Xebatkarên tenduristiyê: Em qediyan
10:00 Dîsa derketina derve ya mirovên 65 salî qedexe kirin
09:50 Demîrer: Tenê bi rapor û civînekê pirsgirêka Kurd çareser nabe
09:03 ‘Polîtîkayên hikumetê tecrîdkirina girtîgeha ne’
09:03 Xwîşka Aktaş: Lazim e CPT ji bo Îmraliyê gavên berbiçav biavêje
09:03 404 Welatî: Me dengê porspiyan bihîst
09:03 Aydin Engîn: Bê hewldan dê tifaq çênebe
09:03 'Lêpirsînên mirinên eskeran ên bi guman baş nayên kirin'
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 202'AN
08:19 Hepsa malê dan 4 ciwanên Meclîsa HDP'ê
14/08/2020
21:11 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:26 Narînê YPG'yî bibîr anîn
16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin
09:54 Daran bêyî agahiya şaredariyê dibirin
09:47 Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin
09:40 Şaredarê Pîranê yê îtîfaqê îstifa kir
09:09 Pisporê Rojhilata Navîn Kar: Xeta 3'yemîn dikare Lubnanê bi xelasiyê bixe
09:08 ‘Di dema pandemiyê de bila temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê dest pê bike'
09:07 Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere
09:02 Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
13/08/2020
20:15 21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine
18:55 Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
16:41 Li Agiriyê mirina biguman a jinekê
16:32 Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin
16:11 Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin
15:59 ‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’
15:19 Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin
15:04 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:51 5 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:41 Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike
14:32 Dormîşa leşkeran qelibî
14:11 Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
14:04 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin
13:31 Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin
13:06 ‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne'
12:25 Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan
11:12 Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e
11:11 Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû
11:08 Şewata daristanên Şirnexê vemirî
11:04 Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin
10:27 'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye'
10:14 Polisan Acûn Karadağ binçav kirin
10:05 Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin
09:37 Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir
09:35 Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket
09:18 Li gundan piştevanî
09:17 Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin
09:16 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:16 Birca Belek kirine cihwarê tiryakê
09:15 5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin
12/08/2020
22:16 Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
21:58 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:16 Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin
17:04 Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket
16:06 Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin
15:40 Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê
15:16 '32 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekî'
15:00 Bertek nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerîna kurê xwe da.
14:05 Tîmên taybet di serdegirtina gund de axur kolan
13:53 Di tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar
13:29 Hempîşeyên wan ji bo Tîmtîk û Unsal di ‘Nobeta Edaletê’ de bang kirin
13:00 Ji bo ku vegerên gundên xwe yên qedexekirî kampanya dan destpêkirin