BÛRSA - Ji kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin, kesek hat girtin û 4 kes jî, hatin berdan.
Li Bûrsayê, ji 5 kesên hatibûn binçavkirin, kesek hat girtin. Azîz Amak, Îbrahîm Tekeş, Onûr Demîr, Serkan Savgan û Îbrahîm Gezen bi hinceta parvekirinên medya civakî pêr hatibûn binçavkirin. 5 kesên li ewlekariyê îfade da, sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 5 kesan Azîz Amak hat girtin û 4 kesên din serbest hatin berdan.
Hat diyar kirin ku Azîz Amak, şandin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.