BÛRSA - Fikret Guven ê xwest li ber WalîtiyêBûrsayê bi şewitîne, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Welatiyê bi navê Fikret Guven ê weke çaygerê Bakacak li Çobankaya ya Ûlûdag a Bûrsayê dihat nasin, pêr li ber walîtiyê benzîn bi ser xwe de kir û xwest xwe bişewitîne. Guven ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê rûxseta bufeya wî betal kiribû, xwest bi vî awayî bertek nîşan bide. Guven ê hatibû astengkirin, dûre hat binçavkirin.
Guven îro sewqî Edliya Bûrsayê hat kirin. Dozgerê îfadeya wî girt, sewqî dadgehê kir. Guven ê îfade da dadgehê bi şertê kontrola edlî hat berdan.