MÛŞ - Di operasyona Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Abdulbarî Yîgît ê hat binçavkirin de, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 17’an.
Polîsan li navçeya Kopê ya Mûşê, di serdegirtina saetên serê sibê de, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mûşê Abdulbarî Yîgît binçav kirin. Polîsan piştî binçavkirina Yîgît operasyona xwe ya li bajêr dewam kirin û di serdegirtinên malan ên li navend û naçeyên bajêr de, bi giştî 17 binçav kirin.
Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Tekîn Ozcan, Gulay Bîngol û Kasim Golbaşi.