DERSIM – Heyeta KCD û DBP’ê, bernameya xwe ya Dersimê bi serdana malbata Gulistan Dokû bi dawî kir.
Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serdana xwe ya Dersimê, bi serdana malbata Gulistan Dokû bi dawî kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterênHDP’ê Alîcan Onlu û Semra Guzel tevlî serdanê bûn. Di serdanê de heyete, ji xwişka Dokû Aygul Dokû agahî girtin. Aygul Dokû, derbarê xebatên ku ji bo dîtina xwişka wê tên kirin agahî da û banga dîtina xwişka xwe kir.
Heyet wê sibê Mêrdînê serdanên xwe bidomîne.