ŞIRNEX – Li navçeyên Silopya û Cizîrê ji 11 kesên ku hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin.
Di 14 û 15’ê tebaxê de li navçeyên Silopya û Cizîrê di serdegirtinên malan de 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji 11 kesên ku hatibûn binçavkirin 5 jê hatin girtin. Kesên ku li her dû navçeyan hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Delîl Urek, M. Emîn Nart, Haci Bagata, Mesût Yagarcik û Ozgur Yildiz.
Her pênç kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.