MÊRDÎN - Heyeta KCD û DBP'ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Mêrdînê seredana rêxistinên civaka sivîl kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku ji bo piştgiriyê bidin "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a HDP'ê li Mêrdînê seredana rêxistinên civaka sivîl kirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û rêvebiriya HDP'a bajêr di heyetê de cih girtin. Heyetê seredana Baroya Mêrdînê, Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê û Şaxa Sendîkaya Genel-Îşê kir.
Heyetê di seredana xwe de, li ser pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê û gelek tiştên din danûsendin kir û roja ewil a bernameya Mêrdînê bi dawî kir.