STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 mehan di navbera 2’ê gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.
Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin.