AGIRÎ – Li navçeya Bazîdê, di şerê navbera 2 gundan de şivanekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, rojek berê di navbera gundê Dutax û Gullice de ji ber lihevnekirina çêrgehê şer derket. Şivanê bi navê Bûrhan Kiliç, piştî bi dawîbûna şer pezê xwe ji bo çêrandinê bir çêrgeha bi qasî 3 kîlometreyan dûrî Gulliceyê. Hat angaştkirin ku Kiliç, li vir ji aliyê gundiyên Dutaxê ve hatiye kuştin.
Piştî otopsiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz a Agiriyê li ser cenazeyê Kiliç bê kirin dê sedema teqez a mirina wî diyar bibe.
Piştî bûyerê leşker çûn her dû gundan jî.