NAVENDA NÛÇEYAN – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku girtî ye, ji bo slavegera yekemîn tayînkirina qeyûman ev peyam weşand: “Ya hûn ê îro ji vê çûn û bêpîvana bêperwan re bibêjin bisekine. Heke em îro nebêjin bisekine; wê sibê bi rengên cuda li her derî pêk bê.”
Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku piştî qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û hat girtin, derbarê salvegera yekemîn tayînkirina qeyûman de parvekirin kir. Mizrakli ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Bunyanê ya Kayseriyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev peyam weşand: “Ya hûn ê îro ji vê çûn û bêpîvana bêperwan re bibêjin bisekine. Heke em îro nebêjin bisekine; wê sibê bi rengên cuda li her derî pêk bê.”
Mizrakli, bi peyama xwe re dîmenek ku derbarê wî û gelê Amedê de hatiye amadekirin jî parve kir.