Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayip Temel, têkildarî bernameya HDP'ê diyar kir ku heta li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û Kurd negêjin mafên xwe yên demokratîk û zagonî; tu pirsgirêkên din çareser nabin û bi vê nerinê dest bi xebatek wisa kirine. Temel, destnîşan kir ku di bingeha qeyrana aborî, ekolojî û civakî de şer heye û li dijî gelê Kurd êrîşek topyekûn heye. Temel, destnîşan kir ku pergala tecrîdê li hemû Tirkiyeyê belav bûye û xwest hemû hêzên demokrasiyê li dijî şer û tecrîdê bibin yek. 

HDP'ê di 1'ê Hezîranê de bi bernameya “Meşa Demokrasiyê" dest pê kiribûn. Ji Edîrne û Colemêrgê berê xwe dabûn Enqereyê. Di hamleya duyemîn de jî ji Enqereyê berê xwe dabûn bajarê Tirkiyeyê û dest bi "Hevdîtina demokrasiyê" kiribûn. Niha jî heta 1'ê Îlonê bi pêngava sêyemîn "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" berdewam dike. HDP, dê li gelek bajaran heta 1'ê Îlonê "Zincîra mirovan" çêke. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayip Temel, têkildarî "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kirin û bi pêngava 3'emîn berdewam dikin nirxandin kirin.  Temel, anî ziman ku Plana wan a Bernameya Têkoşîna Demokratîk berxwedanek berfireh armanc dikir û wiha got: "Ji ber şertên şewba pandemiyê tam li gorî me dixwest pêk nehat. Em ji Colemêrg û Edîrneyê meşiyan Enqereyê. Em ê di 1'ê Îlonê de "Zincîra mirovan" a herî mezin a Tirkiyeyê ava bikin. 
HDP'ê pêşengiya vê meşê kir. Niha jin li dijî betalkirina Peymana Îstanbul li qadan çalakiyan li dar dixin. Me carek din bi vê meşê diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi şer, êrîş, binçavkirin, girtin, înkar û îmhayê nayê çareserkirin. Me diyar kir ku heta li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, tu pirsgirêkên din çareser nabin. Ji xwe di bingeha qeyrana aborî, ekolojîk û civakî de jî şer heye. Talankirin, rant û wêrankirine heye. 
 
'ŞER LI DIJÎ KÊ TÊ MEŞANDIN?' 
 
Temel, pirsa "Şer li dijî kê tê meşandin?" jî pirsî û got: "Li Tirkiyeyê gelê Kurd wekî dijminê xwe dibînin. Ji welatîbûnê derxistine. Li dijî hemû mafê wan ê zagonî û demokratîk êrîşek heye. Ji bo di pirsgirêka Kurd de şer kûr bikin, tawîzan didin hêzên navneteweyî. Eskeran dişînin Lîbyayê. Li Idlibê hêza Tirk bi cih bûye. Ev li dijî destkeftiyên Kurdan ên li Rojava pêş dikevin. Li Başûrê Kurdistanê şerê ku roja wî milyar dolaran heye. Me li dijî vê yekê bang li gelek derdoran kir. Piştî vê bangê em dibînin derdorên cuda dîsa Pirsgirêka Kurd xistin rojeva xwe. Me ev bernameya xwe ya têkoşînê bi sê aliyan pêş xist. Niha pêngava sêyemîn em dest pê dikin. Em ê helwesta xwe ya li dijî îqtîdarê nîşan bidin. Îro hemû der û dor ji helwesta îqtîdarê bêzar e. Vê îqtîdarê gelek tişt winda kirine. Piştgiriya rêxistinên demokratîk û civaka sivîl winda kiriye. Mafdarî û rewatiya xwe winda kiriye. Civak pir xizan bûye. Betalî pir zêde bûye. Her res îro ji îqtîdarê pir bêzar û bi hêrs e. 
 
'DIXWAZIN HDP'Ê BI TENÊ BIHÊLIN' 
 
Temel, da zanîn ku ji ber îqtîdar her tim zextan dike pêdivî bi yekîtiya hêzê heye û wiha lê zêde kir: "Tişta HDP’ê ji partiyên din ên siyasî cuda dike, meşa siyasî ye. Niha dixwazin partiyên di meclîsê de cih digirin û rewa ne bi pênaseyên cuda reş bikin. Divê hêzek xurt a muxalif derkeve holê. Divê aşkere bike ku AKP û MHP ne rewa ne. Hem li CHP’ê dixin û hem jî li HDP'ê dixin. Dixwazin HDP’ê bi tenê bihêlin. Kaos û qeyranê kûr dikin. 
 
ARMANC LI DIJÎ ŞER Û TECRÎDÊ AZADÎ YE
 
Temel, bal kişand ser armanca esasî ya pêngava sêyemîn û wiha berdewam kir: "Armanca esasî ya vê pêngavê li dijî şer, dagirkerî û tecrîdê azadî ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin; îqtîdar bi şer, kuştin, xwîn, girtin û xezpê û li dijî mafê Kurdan xwe li ser piyan bihêle. Em li dijî îqtîdara nijadperest in. Kurdan wekî dijminê esasî îlan dike. Bi polîtîkayên şer xwe li ser piyan dihêle. Bi hewaya şer dixwazin hêzên demokrasiyê û muxalif ên Tirkiyeyê bêdeng bikin. Li dijî vê polîtîkayê pêdivî bi tevgera aştiyê heye. Li Tirktiyeyê hêza herî mezin a aştiyê hêzên demokratîk in. Lê hêzên demokratîk bi tenê ne. Divê ne bi tenê bin. Divê hemû hêzên demokratîk bên cem hev û hêza xwe bikin yek. Em armanc dikin ku di 1'ê Îlonê de van hemû hêzên demokratîk bînin cem hev. Divê li dijî şer hêzên aştiyê bikin yek. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ TIRKIYEYÊ BELAV BÛYE
 
Temel, da zanîn ku hemû kes dizane bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin Ocalan bi tenê bihêlin û têkiliyên wî û civakê ji hev qut bikin û axivî: "Îro pergala tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Rêveberiya bi tecrîdê bûye karakterê rejîma Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin. Azadî civakî ye. Ji bo girtîgeh vala bibin divê têkoşîna azadiyê xurt bibe. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bê kişandin, divê hemû hêzên muxalif û demokratîk li dijî polîtîkayên heyî raweste û dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê heta tecrîd bi dawî nebe, dê şer jî bidome. Tecrîd û şer bi hev ve girêdayî ye. Her ku tecrîd hişk dibe şer dijwar dibe. Dîsa Aştî û Azadî jî bi hev ve girêdayî ne. Her ku aştî xurt dibe azadî pêş dikeve. Em ê li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê têkoşîna azadiyê mezin bikin. Niha li pêş me 7-8 navend hene. Di nava van navendan de Stenbol, Amed heye. Me di 19'ê Tebaxê de li Mêrdîn û Stenbolê starta vê pêngavê da. " 
 
Temel, herî dawî da zanîn HDP'ê xwe xistiye bin rîskê û rîskê çareseriyê heye û wiha bi dawî kir: "HDP'ê gelek bedelên giran da. Hêzên emperyalîst naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserî bihêlin. Lê îro HDP li ser piyan e. Divê pirsgirêka Kurdan bi gelê Tirkiyeyê re bê çareserkirin. Heta niha gelek kesan di tekoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes girtî ne. Lê em vî rîskî didin ber çavan û vê têkoşînê dimeşînin.Têkoşîna me ya aştî, demokrasî û çareseriyê gelek rîskan jî bi xwe re tîne. Li gel van riskan em têkoşîna xwe berdewam dikin. " 
 
MA / Diren Yurtsever - Selman Guzelyuz
 
 
 

Sernavên din

22/08/2020
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan
16:05 Li Amedê xebatkarên tenduristiyê dev ji kar berdan
15:58 Rojnameger Varlik Ozmenek jiyana xwe ji dest da
15:48 Qûrbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn
15:32 ‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’
15:14 Ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê bang kirin: Hûn nikarin vîna gel desteser bikin
15:10 Xebatkarê teknîkê yê nexweşxaneyê ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:56 Jinan li Mêrdîn û Cizîrê bang kir: Bêdeng nemînin
14:41 Beştaş: Wê mizgîniya mezin çûyîna te be
14:34 Xebatkarên NÇM’ê: Em ê hunera xwe bidomînin
14:24 Mizrakli: Heya ku hesap ji zilmê neyê pirsîn azadî nabe
14:16 Ozturk: Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Ocalan e
13:51 HDK: Divê kesên çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin bên darizandin
13:35 Başaran: Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e
13:30 Temellî: Tu mîzgînî wê nekarin welat ji krîzê derbixin
13:28 Li Cizîrê polisan bi ser malekê de girt
12:56 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:55 11 kes di xwepêşandana Zaxo de birîndar bûn
12:43 '2 balafira keşfê yên Tirkiyeyê li Şêladizê ketin xwarê
12:31 Polîsan mudaxileyî jinên xwestin hesabê Îpek bipirsin kirin
12:01 Leşkerên şivan derp kirin, gefa cezayê pere li wan xwarin
11:59 HDP: Em kesên ku çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtine nelet dikin
11:46 Temel: Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê li hemû Tirkiye belav bûye
11:37 Ew du polîsên li jinekê dan ji wezîfeyê hatin dûrxistin
10:51 HDP: Kerbela remza berxwedanê ya gelê mezlûm e
10:50 Ji Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû: Rêwingî û Avahiya Kevirî û Ên Din
10:20 Feraseta xwe diyar kir
09:45 Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin
09:27 Salek e bi hêceta 'zayend ne diyar e' cenaze nadin malbatê'
09:25 DTO: Li Amedê 3 rojan testa vîrûsê nekirin
09:04 Kedkarên şanoyê: Dewlet dixwaze em tune bibin
09:03 Şert û mercên li nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtir in
09:03 Li Rihayê bacanên reş, firingî û îsot li nav erdan mane
09:03 3 karkerên bi covît-19 tevî 10 karkeran din dimînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2020'AN
07:59 Balafirên TSK'ê Zaxo bombe kir
19/08/2020
21:28 Bûldan starta 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' da: Ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşineke pev re
21:00 Hezar û 303 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:33 Polîs daxuyaniya HDP'ê asteng kir
19:21 Çawîşê Pispor Mûsa Orhan hat girtin
16:50 Ji jinan berteka Î.E.: Hêrsa me ji êşa me mezintir e
16:14 ÎHD: Nameya Î.E. emanete jinan e
14:58 Biryar dan ku çawîşê pispor ê bû sedema mirina Î.E. bê girtin
14:50 Eskerên gor rûxandin bang li malbatê jî kirin ku îfade bidin
14:41 Wezîrê Yewnan: Tirkiye, di bêaramiya herêmê de rol dilîze
13:59 Li Mêrdînê berteka qeyûm: Wê qet nikaribin vîna gel teslîm bigirin
13:01 Endamên meclisê yên HDP'î hatin binçavkirin
12:54 Li Colemêrgê cenazeyê jinekê hat dîtin
12:36 Penaberên afgan bi xapê li şûna Enqere danîn Farqînê
12:25 Hevşaredarê Wanê Avci: Me destpêkê kaniyê nelirêtiyan ziwa kir
10:51 Mizrakli: Heke em îro nebêjin bise wê sibê li her derî pêk bê
10:35 Dadgehê Hevşaredarên Awiskê serbest berdan
10:07 Endamê Meclîsa HDP’ê li ewlekariyê bi malbata xwe hat tehdîtkirin
09:32 Cenazayê Î.E. di bin dorpêça polisan de hat definkirin
09:04 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir: Kesên dixwazin pirsgirêka kurd hel bikin, divê Ocalan esas bigirin
09:02 Xwediyê eywanên dawetan: 2 hezar û 400 kes mexdûr bûn