NAVENDA NÛÇEYAN - Hat angaştin ku li Şêladizê ya Duhokê, 2 balafirên keşfê yên bê mirov ên Tirkiyeyê ketin xwarê.
Li gorî nûçeyên ajansan hat diyar kirin ku li herêma bajaroka Şêladizê ya Dihokê îro danê sibehê 2 balafirên keşfê yên Tirkiyeyê ketin xwarê. Ajansa Nûçeyan a Rojnews'ê nûçe bi wêneyan parve kir û diyar kir ku yek ji balafirên keşfê li taxa Şît Cinar a Şêladizê kete xwarê. Ya din jî li gundê Diyokê kete xwarê. Heta niha sedema ketina wan zelal nebûye.