ENQERE – Li Enqereyê ji çalakgerên Kolana Yukselê 6 çalakger ên 9 roj berê hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Ji çalakgerên Kolana Yuksela Enqereyê ku hatibûn îxrackirin û ji bo vegerin karê xwe çalakî li dar dixistin Acûn Karadag, Alev Şahîn, Nazan Bozkûrt, Mehmet Dersûlû, Armagan Ozbaş, Mahmût Konûk û Gulnaz Bozkûrt di 13’ê tebaxê de hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên her 7 kesan hatin girtin, Gulnaz Bozkûrt bi şertê kontrola edlî hat berdan û her 6 kesên din bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.
Hat zanîn ku Mahmût Konûk ê hatiye girtin temenê wî 63 salî ye û ji ber nexweşîna şekir pê re heye rewşa wî nebaş e.