Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin

  • rojane
  • 10:11 22 Tebax 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku li tevahiya cîhanê geşedanên bilez rû didin û got: "Divê kurd xwe ji geşedanên kûrewî re amade bikin û yekitiya xwe pêk bînin. Di nava kurdan de dan û standin hene û hewldanên ji bo çareserkirina nakokiyan dewam dikin."

 
Endamanê Destya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di hevpeyvîna xwe ya da Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê de, rojevên weke yekitiya neteweya kurd, hevdîtinên di navbera Rêvebera Xweser û Hikumeta Sûriyeyê de dewam dikin, êrîş û dijminantiyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên parçekirina herêmê nirxandin.
 
Xelîl, diyar kir ku di vê dema ku dan û standinên di navbera aliyên kurd de didomin, li tevahiya cîhanê geşedanên bilez rû didin û wiha axivî: "Yekitiya Kurd mijarek girêdayî tevahiya beşên Kurdistanê û tevahî kurdên li cîhanê ye. Weke sed sal berê, îro jî li herêmê gelek pêşketinên nû rû didin. Bêguman, ne tenê li herêmê li ser rûyê cihanê ev pêşketin çêdibin. Divê em weke gel ji bo vê pêvajoyê û ji bo azadiya xwe amade bin. Li ser vê bingehê, di vê pêvajoyê de lidarxistina kongreyek neteweyî ya giştî li Kurdistanê pêwîstiyek mezin." 
 
NÊZÎ QONAXWA DUYEMÎN BÛNE
 
Xelîl, bal kişand ser nîqaş û hevdîtinên berê yên têkildarî yekitiya neteweyî û wiha got: "Di sala 2013'an de, kareke wiha hebû, lê mixabin rawestiya. Hêviyên me hene ku amadekariyên lidarxistina vê kongreyê bidomin. Em dikarin bêjin ku hewl tê dayîn ku li Rojava lihevkirinek di navbera aliyên kurdan de li pêş bikeve. Di vî warî civîn hatin lidarxistin, heta niha 24 partiyan hevalbendiyek ava kirine û bi hev re em vê hevalbendiyê pêş dixin. Li beramberî wê jî, gelek alî ji derveyî vê hevalbendiyê man. Niha bi nîqaşan bi Encumena Niştîmanî ya Kurd a li Sûriyê re, em hewl didin wan jî tev li Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd bikin. Piştî qonaxa yekemîn a dan û standinan, niha behsa qonaxa duyemîn a ku ji gelek mijaran pêk tê, tê kirin. Ruxmî gelek nêrîn û nuqteyên cuda di navbera her du aliyan de hene jî lê dan û standin berdewam in. Em hewl didin di henek nuqteyan de lihev bikin û mijarên nakok ji demek din re bihêlin da ku piştre nîqaş bikin."
 
'EM NAXWAZIN LIHEVKIRINÊN ZIRAR BIDIN GEL BIKIN'
 
Xelîl, behsa zehmetî û astengiyê li pêş hevdîtin û nîqaşên yekitiya neteweyî kir û wiha pê de çû: "Niha mijarên ku em herî zêde tê de zehmetiyê dikişînin mijarên girêdayî rêveberiyê, perwerde û parastinê ne. Aliyên din bi rêbazekî cuda difikire. Lê em hewl didin tevahiya nêrînan kom bikin. Em naxwazin bi tu alî re lihevkirinek ku zirarê bide destkeftiyên gelê me bikin. Ji ber ku ev deskeftî di saya xwîna hezaran şehîdan hatin bi destxistin û divê bê zanîn em ê lê xwedî derbikevin. Mijara yekitiya kurd ne girêdayî Rojava bi tenê ye, girêdayî tevahiya parçeyên Kurdistanê ye. Niha li herêmê gavên ber bi lidarxistina kongreya neteweyî ve tên avêtin."
 
PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK
 
Xelîl têkilkdarî pergala Rêvebera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, wiha got: "Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fikrê Neteweya Demokratîk ava bûye. Ev proje mîna ku herkes dizane kurd jî di nav de li ser dabînkirina mafên hemû gelan û parastina jiyana hevpar a di navbera tevahiya pêkhateyan de ava dibe. Ev projeya bi salane hatiye damezrandin karên xwe dimeşîne. Lê di van demên dawiyê de hinek aliyan êrişî vê projeyê kir û naxwazin ev pergal bi vî şeklî bi pêşbikevin. Heta xwestin bandorê li aliyên Ereb û Suryan yên ku bi wan re ev enî avakirin jî bikin. Bi şeklekî xwestin bibêjin, temam va gelê Ereb û Suryan li kêleka we hene lê wa li kêleka me jî hene. Di van hevdîtinan de eniyek me jî heye. Esas bi vê eniyê dixwazin bandoreke neyînî li pêkhateyên ku hatine gel hev bikin. Di rastiyê de ev eniyeke ku hûndirê wê vala ye. Tu wateya vê eniyê di dan û standinên ku niha di navbera aliyên Kurd de çêdibin tuneye. Nexasim ku herkes dizane ku ev bû rastiya vê eniya ku ji valahiya hundirîn ava bûye û ji çend kesên ku mirov dikare li ser tiliyên xwe bijmêre pêk tê dizanin. Armanc ji avakirina mîna vê eniyê ew e ku bibe bedîlê rêveberiya herî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hinek alî dibe ku vê eniyê di dezgehên çapemenîde bi kar bînin, lê wê piştre bê bandor bimîne. Ji ber ku di rastiyê de tu tiştekî wan li ser erdê tune ye. Me tu daxuyanî girêdayî vê eniyê neda, ruxmî ku ev enî wek hewldanên zextê ye li ser dan û standinên ku niha çêdibin."
 
'DIVÊ GELÊ ME HEMÛ RASTIYAN BIZANI BE'
 
Xelîl bibîr xist ku hevdîtinên girîng di navbea aliyên kurd tên kirin û wiha pê de çû: "Lê hinek rastî hene ku divê em ji gelê xwe re ragihînin. Em dikarin behsa van rastiya nekin, nebijin ji bo ku herkes kêfxweş be. Lê wisa nabe. Yek ji erka kesê ku vî karî dide meşandin ewe ku rastiya ji gel re bibêje. Lê dema ez bibêjim rastî wisa ye, ne ku ji ber dilê min dixwaze ez wisa dibêjim. Ez neçarim dema te pirs ji min kir ez rastiyê bibêjim. Ez nikarim tiştek ne rast ji gel re bibêjim. Ev emanete ke û dive ev emanet rast bê gotin. Carnana zehmetî û kelem hene û aliyek hinek şertan qebûl nake yan jî pirsgirêk hene. Ma dikarin gel bixapînin. Em neçar in rastiyê bêjin. Dema ku rastî jî tê gotin hindek alî, bi taybet ê ku şerê taybet li herêmê dimeşînin û dijminên me yên ku dixwazin yekitî pêk neyê, dema em behsa rastiyê û derbaskirina astengiyan dikin aciz dibin. Di esas de ew ne ku pir alîgirê yekitiyê ne an jî dilşewatin ji bo yekitiyê ku aciz dibin. Lê dema ku te rastî got tê wê wateyê ku ew rastî wê pêk bê. Mînak ez ana bibêjim ji ber vî vî sedemê heya niha lihevkirin çênebûye wê xebatek bê kirin ku ev xitimandin derbas bibe û yekîtî çêbibe. Lê ku em nebêjin wê herkes bê xapandin, wê derbas be û yekîtî jî çênabe. Ya herî baş rastî gotine. Lê navendên şerê taybet ittîfaqê naxwazin. Tû çi bike wê tiştek ji te re derbixe êrîşî te bike. Ewê her tim bixwaze rastiyan berovajî bike."
 
'KES NIKARE DESTKEFTIYÊN LI ROJEVA PAŞGUH BIKE'
 
Xelîl, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ger tiqafa me pêk were, wê hemû êrîş bê endam bimînin. Helbet tu aliyên dan û standinan nikarin destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane hatine bidestxistin, paşguh bikin. Divê em hemû ji bo pêkanîna vê yekitiyê bixebitin. Weke tu zanîn li tevahiya cîhanê geşedanên bilez rû didin. Divê kurd jî xwe ji geşedanên kûrewî re amade bikin û yekitiya xwe pêk bînin."
 

Sernavên din

25/08/2020
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN
23/08/2020
21:57 ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist
21:50 Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin
19:46 Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye
19:13 Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e
17:51 Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne
16:54 Ji şifêrên li Xabûrê 4 daxwaz
16:14 HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin
15:36 Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive
14:23 Li Pendîkê jinek hat kuştin
14:19 Li Artemêtê taviya baranê
12:49 Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin
12:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
11:53 'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin'
11:22 Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
11:22 Li Giresûnê hejmara miriyan derket 4'an
11:11 Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye
10:07 Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin
10:06 Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev
09:31 Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?
09:06 Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn
09:06 Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket
09:05 Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn
09:05 Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye
09:05 Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
09:04 Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
09:04 'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN
22/08/2020
21:26 Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun
20:47 22 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:54 HDP'î li Çewligê seredana odeyan û rêxistinên pîşeyî kirin
18:31 Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome
17:00 ‘Tevahiya kurdan tên tecrîdkirin’
16:58 'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin'
15:24 Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin
Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in
15:06 Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand