ŞIRNEX - Li Çiyaye Gabar û gundê Bana yê navçeya Basa, şer derket.
Li Çiyayê Gabarê û gundê Bana yên navçeya Basa ya Şirnexê, şer derket. Ji Qereqol Akdîzgîn gelek esker sewqî herêmê hatin kirin. Şerê di navbera esker û HPG'iyan de derket, dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmê, şerek dijwar heye, pir zêde dengê çek û teqînê ji herêmê bilind dibe.