COLEMÊRG – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Colemêrgê axivî û got: “Tecrîtkirina Ocalan tenê ne li giravek û li dijî kesekî pêk tê. Di heman demê de tevahiya gelê kurd jî tê tecrîdkirin.”
KCD, DBP û HDP’ê di çarçoveya kampanya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de li Colemêrgê serdanan pêk anî. Hevserokê KCD Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê, Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Saît Dede ji bo sê rojan dê li Colemêrg û navçeyên wê serdanan bikin û bi xelkê re bicivin.
Şandeyê ewilî çûn serdana malbatên kesên bi hêceta “endamên KCD’ê ne” hatine girtin û li rewşa malbatê pirsîn.
Şande pişt re derbasî avahiya HDP’a Colemêrgê bû û bi welatiyan re civiya û li pêşniyaz û rexneyên xelkê guhdar kir.
'SED SAL IN ÎNKARA ME DIKIN’
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ewilî axivî û spasiya gelê Colemêrgê kir.
Pişt re Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku ew li dijî polîtîkaya înkar û îmhayê ya 100 sal in li ser gelê kurd didome têdikoşin. Ozturk got êrişên AKP’ê ya li dijî îradeya gelê kurd didomin û AKP, MHP û Ergenekon bi hev re li gelê kurd zilmê dikin. Ozturk da zanîn ku her çiqas zilmkar û dewlet zilmê li gelê kurd bikin jî lê gelê kurd ne xelkê sed sal berê ye û hin bêtir şiyar bûye û bi rêxistin kirî ne û li dijî zîhniyeta yekperest alternatîfên gelê kurd hene.
'KURD HEMÛ TÊN TECRÎDKIRIN’
Ozturk bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got: “Tecrîtkirina Ocalan tenê ne li giravek û li dijî kesekî pêk tê. Di heman demê de tevahiya gelê kurd jî tê tecrîdkirin.”
'PERGALA HERÎ BAŞ A OCALAN E’
Piştî Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û bal kişand ser armanca hatina wan a Colemêrgê û got gelê kurd dixwaze di her warî de xwe birêve bibe. Aydenîz destnîşan kir kul i Rojhilata Navîn pergala herî guncav pergala ku Ocalan xistiye meriyetê ye û ev pergala Ocalan pêşniyaz dike pargelek li dijî tunekirina gelan û bindesetkirina jinan e.
Piştî axaftinên kurd civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Şande wê sibê û du siba jî li Colemêrgê serdanên xwe bidomîne.