Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn

  • rojane
  • 09:06 23 Tebax 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê herêma Federe a Kurdistanê şevê din li 8 navendan li dijî polîtîkayên hikûmeta herêmê çalakî li dar xistin. 

 
Li Silêmanî, Helebce, Ranya, Derbendîxan, Kelar, Çemçemal, Koye û Qeladizê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de alozî derket. Li Hewlêr, Dihok û herêma Behdînan jî xwepêşandan hatin astengkirin û hêzek zêde ya leşkerî li nava bajar û navçeyan hatiye belavkirin. Di saetên êvarê de li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê li dijî hikûmetê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de daxwaza sereke hilweşandina hikûmetê û avakirina hikûmetek nîştimanî bû.
 
SILÊMANΠ
 
Li Sekoy Azadî ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi tevlîbûna hezaran kes xwepêşandanek hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de dirûşmên “Birûxê hikûmet” gotin. Xwepêşanderan daxwaza guhertina sîstema hikûmranî, pêkanîna reforman û dayîna muçe kirin. Di dema xwepêşandanê de hinek kesên nenas êrişî Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid kirin.
 
HELEPCE 
 
Li Helebceyê xwepêşandanê li ber çerxerêya Omerî Xawer destpêkir. Di xwepêşandanê de gelek dirûşmên li dijî hikûmetê hatin gotin. Xwepêşandanê heya nava bazara bajêr berdewam kirin û daxwaza hilweşandina hikûmetê kirin.
Di dema xwepêşandanê de ti aloziyek derneket. Xwepêşandan bi awayek aram bi dawî bû.
 
RANYA 
 
Li navçeya Ranyayê jî ku bi rojane xwepêşandan berdewam dikin, carek din welatî li nava bazara navçeyê kombûn û dest bi xwepêşandanê kirin. Hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşanderan kirin, alozî derket. Polîsan bombeyên gazê, bombeyên deng û guleyên pilastîkî bikaranîn.
Xwepêşanderan jî bi keviran bersiv dan. Ji ber êrişa polîsan gelek çalakvanên sivîl û xwepêşader birîndar bûn. Nûçegihanê ajansa me Mihemed Hesen ku xwepêşandanê dişopand, bi guleyên pilastîkî birîndar bû.
 
KELAR 
 
Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê jî xwepêşandanê li ber Parka Leyla Qasim destpêkir û piştre ber bi bazara navçeyê ve berdewam kir. Di dema xwepêşandanê de di navbera polis û xwepêşanderan de alozî derket.
Asayîşa Germiyanê ciwanek binçavkir û piştre gule di ser xwepêşanderan re avêtin. Piştre xwepêşander ber bi avahiya asayîşê ve birêketin û li wir nerazîbûn nîşan dan. Piştre xwepêşander ber bi qeymeqamiya Kelarê ve birêketin. Xwepêşanderan agir bi hewşa avahiya qeymeqamtiyê xistin û hêzên asayîşê jî gule di ser xwepêşanderan re avêtin.
 
HEWLÊR 
 
Li Hewlêrê ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandanê hêzek zêde ya leşkerî li nava bazarê hatiye belavkirin. Gelek welatî hatine binçavkirin, rê nehat dayîn welatî kom bibin. Her wiha hate gotin asayîşê êrişê Parlamenterê Herêma Kurdistanê Kawa Ebdulqadir kir.
 
BEHDÎNAN 
 
Ji bo astengkirina xwepêşandanan li bajaroka Şêladiz, Sirê û herêma Behdînan giştî bûye leşkergeh. Bi darê zorê bazar û dikanên welatiyan tên daxistin, rê bi kombûn û rawestana nava bazarê nayê dayîn.
Li nava bazara bajaroka Şêladizê hêzek zêde ya leşkerî hatiye belavkirin. Li ser gir û cihên bilind segvan hatine bicihkirin. Her wiha welatî tên neçar kirin ku dikanên xwe bigrin. Li nava mizgeft û cihên giştî hêzek veşartî hatiye bicihkirin ji bo rê li pêşiya xwepêşandanan bigrin.
 
 
 

Sernavên din

25/08/2020
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN
23/08/2020
21:57 ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist
21:50 Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin
19:46 Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye
19:13 Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e
17:51 Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne
16:54 Ji şifêrên li Xabûrê 4 daxwaz
16:14 HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin
15:36 Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive
14:23 Li Pendîkê jinek hat kuştin
14:19 Li Artemêtê taviya baranê
12:49 Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin
12:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
11:53 'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin'
11:22 Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
11:22 Li Giresûnê hejmara miriyan derket 4'an
11:11 Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye
10:07 Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin
10:06 Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev
09:31 Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?
09:06 Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn
09:06 Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket
09:05 Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn
09:05 Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye
09:05 Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
09:04 Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
09:04 'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN
22/08/2020
21:26 Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun
20:47 22 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:54 HDP'î li Çewligê seredana odeyan û rêxistinên pîşeyî kirin
18:31 Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome
17:00 ‘Tevahiya kurdan tên tecrîdkirin’
16:58 'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin'
15:24 Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin
Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in
15:06 Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand