WAN –- Li navçeya Artemêtê, duh bi şev taviya baranê lêkir, di gelek malan de zirar çêbû û gelek heywan jî mirin.
Duh bi şev li Wanê taviya baranê lê kir. Ji ber taviya baranê, li Taxa Emînpaşa ya girêdayî navçeya Artemêtê, di gelek malan de zirar çêbû û gelek heywan jî mirin. Ji ber barana zêde, Çemê Şamranatli ya di taxê re derbas dibe rabû û ava herî û qirêj, ket kolan, mal û axûran.
Ekîbên AFAD’ê di saetên serê sibê de hatin taxê û dest bi xebatê kirin. Niştecihên taxê dixwazin ku zirara wan bê tespîtkirin û alîkarî ji bo wan bê dayîn.