AMED – Li Rezanê, nobedarên xwestin kesekê bin çav bikin, li nava rê bi erdê re dirêj kirin û pêl stuyê wî kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê jî, bi pehînan lêxistin. 4 kesên bertek nîşan dan, hatin binçavkirin.
Li Kolana Karacadag a li ser Rêbejahiya Mêrdîn-Amed a berê ya navçeya Rezan a Amedê, nobedaran xwestin kesekê binçav bikin. Dimenên bûyerê ji aliyê kesên derdorê ve hat kişandin. Nobedaran di bûyera ku di saetên şevê de rû da û sedema wê nehat zanîn de, bi lêdanê kesek bi erdê re dirêj kirin û pêlê kirin. Nobedaran pêl stuyê kesekê bi erdê re dirêj kirin û polîsên hatin cihê bûyerê jî, bi pehînan lêxistin. 4 kesên mudaxileyî lêdan û îşkenceya polîsan kirin, hatin binçavkirin.
5 kesên ku navên wan nehatin zanîn û hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.