AMED - Rojnameya Xwebûn ku hefteyê carekê tê çapkirin bi hêjmara xwe ya 36'an derket. Rojnameya Xwebûn vê hefteyê bi manşeta "Êşê girantir dikin" derket.
Rojnameya Xwebûn ku hefteyê carekê tê çapkirin û bêtir li ser ziman û çandê weşanê dike, bi hêjmara xwe ya 36'an dîsa derket pêşberî xwînerên xwe. Hêjmara 36'an ku bi manşeta "Êşê girantir dikin" hat çapkirin, li benda xwendina xwînerê xwe ye. Ev hêjmar vê carê balê dikişîne ser tecawiza çawişê pispor Musa Orhan a li dijî jina ciwan Î.E. ya li Êlihê. Rojnameyê di spota manşetê de diyar ki rku li Êlihê çawişê pispor Mûsa
Orhan tecawizî jina bi navê Î.E kir û wiha nivîsî: "Ji bo leşkerê tirk serlêdana sûc hat kirin lê tu tiştek nehat kirin. Î. E ya nameyek nivîsand û întîhar kir demek şûnde li nexweşxaneyê dema tedawî dibû mir. Piştî ku Î. E li nexweşxaneyê mir, leşkerê tirk hat girtin. Rayedarên dewleta tirk nehiştin kesek beşdarî merasîma cenaze bibe û cenaze di saetên nîvê şevê de hat definkirin û êşa malbatê girantir kirin. Wezîrê karê hundir di axaftina xwe de tecawizkar parast..."
TOPUZ: KURDÎ HER DI DILÊ MIN DE BÛ
Rojnameya Xwebûn di surmanşetê de jî cih da roportaja Zozan Yaşar ku li ser pirtûka Rojnameger Alî Duran Topuz a "Rû û Kûr" re kiriye. Rojnameyê sernavê "Topuz: Kurdî her di dilê min de bû" avêt. Rojnameyê wiha cih da spota nivîsê: "Alî Duran Topuz bi nasnameya xwe ya rojnamegeriya tirkî tê nasîn lê belê herî dawî pirtûka bi navê ‘Rû û Kûr’ derket pêşberî xwînerên kurd. Topuz bi kurdiyeke resen a Qoçgiriyê pirtûk nivîsandiye. Topuz di pirtûka xwe de bi gelemperî li ser mijarên komkujiya ermenan, bûyerên Qoçgiriyê, Komkujiya Dêrsimê û çîrokên ku di nav civaka wî de bûne sembol, bi awayekî felsefî vegotiye. Topuz ji rojnameya me re qala çîroka xwe û nivîsandina xwe ya kurdî kir. Têkiliya Topuz û kurdî ji zaroktiya wî ve hebûye û dibêjê ku her tim di mala wan û jiyana wî de kurdî hebûye..."
HILBIJARTINA AMARÎKA Û KURD
Rojnameyê cih da nivîsa Nivîskar Mem Avba ya bi sernavê "Hilbijartinên Amarîkayê û Kurd" û wiha cih da spota nivîsê: "Piştî qeyraneke mezin a cîhanî ‘zilhêzê cîhanê’ Amerîka hilbijartinê pêk tîne. Amerîka di cîhana bûyî du enî de, yek ji serkêşê vê pergala qeyranî ya dewletger e. Lewre hatiye wê rewşê ku gaveke wî ya biçûk jî cîhanê eleqedar dike. Êdî cudahiya siyaseta hundir û derve ya Amerîkayê nemaye..."
Vê hefteyê nivîskarên Rojnameyê Munewer Azîzoglu Bazan bi nivîsa sernavê "Nameya (xwe) kuştinê", Rojnameger Sadiye Eser bi "
Çîroka Qeraşê Beraşan", Nivîskar Feradê Dengîzî bi nivîsa "Sê heval" Nivîskar Abdurrahman Sever bi quncikê "Berhemên ruhê xwebûnê -3" û sernavê "Mîr berdirxan" derket pêşberî xwînerê xwe.
RÛPELA KIRMANCKÎ
Rojnameyê di pûpela kirmanckî de jî cih da nivîsa Nivîskar Cemîl Oguz a bi sernavê "Dortmundî zirar kerd!" nivîsa Nivîskar Valêre ya bi sarnavê "Ganî sînorê rexneyan bibo…" û nivîsa Nivîskar Kamo ya bi sernavê "Kam çira çawişê pisporî şevekneno!"