AMED - Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê yê Amedê Cengîz Anil Bolukbaş, diyar kir ku 3 kesên xwe weke polîs nîşanî wî dan, sîxurtî ferzî wî kirin û gef lê xwarin.
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê yê Amedê Cengîz Anil Bolukbaş, da zanîn ku 3 kesên xwe weke polîs nîşanî wî dan ji cihê kar girtin, sîxurtî ferzî wî kirin û gef lê xwarin. Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê, derbarê bûyera di 24’ê Tebaxê rû da de, daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ew ê têkildarî mijarê sibe saet 12.00’an li avahiya TGS’ê daxuyanî bide çapemeniyê.
TGS’ê di daxuyaniya da de wiha got: “Roja 24’ê Tebaxê piştî nîvro, 3 kesên xwe weke polîs bi Bolukbaş didin nasandin, wî dixin dikanekê û sîxurtiyê ferzî wî dikin. Ev kes gefan li Bolukbaş dixwin û ji wî dixwazin ku ji bo wan muxbiriyê bike. Helwesta van kesan, di şexsê Bolukbaş de, hemû xebatên rojnamegertiyê weke sûc hatiye terorîze kirin.”