NAVENDA NÛÇEAYAN - Li Girava Herke ya nêzî Girava Rodos a Yunanistanê keştiya 80 penaber lê suyar bûbûn, noqî ava deryayê bû.
Li Girava Herke ya li Rojavayê Girava Rodos a Yunanîstanê keştiya ku 80 penaber lê suyar bûbûn noqî avê bû. Midûriyeta Kendavê ya Girava Rodosê yekîneyên noqer û helîkoptera Super Puma şandin alîkariyê. Piştî keştî noqî avê bû yekîneyên hawarê dest bi lêgerînê kirin.