Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt

  • rojane
  • 09:05 26 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL –  Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, betalkirina tevdîrên der barê şewba Covîd-19'ê de rexne kirin û got, ji ber şert û mercên xiran gelek bijîşk îsitifa kirine û bijîşkên ciwan jî dixwazin biçin derveyî welêt. 

Bi pêvajoya "asayîbûnê" ya der barê şewba Covîd-19'ê re hejmara pêketiyên şewbê her diçe zêde dibin.  Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp, bal kişand ser polîtîkayên têkoşîna li dijî şewbê û îstifakirina bijîşkan a ji ber van polîtîkayan û şert û mercên xebatê yên bijîşkan.
 
Saîp, destnîşan kir ku serdema ewil a şewbê didome û her diçe hejmara pêketiyan zêde dibe. Saîp, anî ziman ku piştî 1'ê Hezîranê, bi betalkirina tevdîrên ji bo şewbê re hejmara pêketiyan zêde bûye û ji bo sedemên berbelavbûna şewbê got: "Azmûnine ku bi milyonan xwendekar tevli wan bûn hatin çêkirin. Sîrkulasyonine pir cidî çêbûn. Di vê navê de Stenbol pir qelebalix bû. Hejmara nexweşên li Stenbolê pir bûn. Çûn û hatina vê derê bi awayekî bêkontrol hat kirin. Lewma nexweşîn li hemû herêman belav bû. Bi hin krediyan turîzm hat teşwîqkirin. Her wiha merasîma vekirinê ya Ayasofyayê hat kirin." 
 
Saîp, îqtidarê di têkoşîna li dijî şewbê de xwestiye îmajeke serketî bide der û got, gere îqtidar û gel fêm bike ku li holê pirsgirêkeke mezin heye û li gor vê pirsgirêkê tevdîr bên girtin. 
 
Her wiha Saîp, bilêv kir ku nizanin der barê pêvajoyê de çawa û kengî biryar tên girtin û got: "Tenê rayedar dibêjin me ev biryar li gor pêşniyarên desteya zanistê girtine. Lê belê em nizanin rêveberiyê kîjan biryar pêşniyar kirine an jî kîjan biryar qebûl nekirine." Saîp ji bo daneyên der barê pêketiyan de jî destnîşan kir ku bia wayekî hûrgulî nizanin û got: "Her wiha divê em bi her agahiyê zanibin. Ev agahî êdî li tevahiya cîhanê tên dayîn. Ji lewra leza berbelavbûna şewbê li her derî ne wekî hev e. Qet nebe divê ev tevî sendîka û odeyên pîşeyî tên têkildarî vê warî bên kirin. Lewra divê raya giştî bê qanehkirin ku pêvajo rast t meşandin." 
 
‘EM NIZANIN TEST ÇAWA TÊN KIRIN' 
 
Saîp, anî ziman ku di demên dawî de Wezareta Tenduristiyê radigihîne ku rojê 92 hezar test tên kirin û got: "Kî tê testkirin. Divê ev bê diyarkirin. Gelo qey heman kes cardin tên testkirin. Em nizanin. Em bi hûrgiliyên vê yekê nizanin." 
 
‘TÊKOŞÎNEKE HEVPAR' 
 
Saîp, destnîşan kir ku divê nexweşîn ne li nexweşxaneyan li xizmetên tenduristiyê yên sereke bê şopandin û got: "Li holê nexweşîneke pir cidî heye. Divê tevdîr bên girtin û em bi têkoşîneke hevpar dikarin vê bi hev re bikin." 
 
‘BIJÎŞKÊN CIWAN DIÇIN DERVEYÎ WELÊT' 
 
Saîp, da zanîn ku bijîşk îstifa dikin û got, bijîşk bêyî ku li benda dema xwe ya teqawidbûyînê bisekinin teqawid dibin. Saîp got: "Her wiha gelek bijîşkên ciwan jî diçin derveyî welêt. Her diçe hejmara wan zêde die. Nexasim jî piştî 'bernameya veguherîna tenduristiyê' gelek kes ji ber pergala performansê ji vê pîşeyê sar bûye. Lewma gelek hevpîşeyên me yên ciwan diçin derveyî welêt. Ev ji bo pêşeroja welatê me pirsgirêkeke cidî ye."
 
Saîp, destnîşan kir ku xebatkarên tenduristiyê hem di warê aborî hem jî di warê şert û mercên xebatê de pir ditengijin û got, pêdivî bi pergaleke baş a tenduristiyê heye. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan – Kadîr Gunay

Sernavên din

28/08/2020
15:37 Li pêş Baroya Stenbolê bi bîr anîn: Mirina Tîmtîk şerma darazê ye
15:11 Cenazeyê Tîmtîk wê îro bispêrin axê
14:42 Zilamê Nûrbarî qetilkir bi qanûna înfazê hatibû berdan
14:33 HDP û TJA'ê bal kişand ser Ebru Timtîk û Îpek Er
14:16 Cenazeyê Tîmtîk anîn Mala Cemê ya Gazî
14:00 ‘Li Bismilê rojê 4 kes bi vîrûsê dimirin'
13:52 104 meh bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûn
13:25 Şandeyek ji Wezareta Karê Hûndir pêk hat malbat Îpek Er ziyaret kir
13:08 ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e
12:15 Polîsan cenazeyê Tîmtîk revand
12:14 Li Deryaya Spî çi dibe?
12:06 Merasîma cenazeyê Tîmtîk: Destûr nadin baroyê û Gazî di dorpêçê de ye
11:33 Endamê Meclisa ciwanan a HDP'ê Ozkan: Em ê li dijî tacîz û tecawizê têbikoşin
11:16 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Li Lîcê cenazeyê zilamekê bi çekê hatî kuştin hat dîtin
10:24 Li Cûdî şewat: Bax û baxçe bûn xwelî
10:08 Pirtûka êş û bêrîkirinê: Êşname
09:37 540 kes di Goristana Covît-19 a Amedê de defin kirin
09:37 Polîsê ku Fendîk kuşt 3 sal in negirtî tê darizandin
09:04 Ji bo balê bikişînin ser rewşa nexweşan bi navê 'Empatî' fîlmek çêkirin
09:03 Wê xwezaya Colemêrgê ji bo madenan tune bikin!
09:03 Wê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Gara Enqereyê 'xeleka aştiyê' bê çêkirin
09:03 'Şahidên nepen' ên Mêrdînê nexuyane!
09:02 Vîrûsa koronayê bandorek neyînî li ser dermanxaneyan jî dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:25 Ji bo Tîmtîk wê li ber Baroya Stenbolê merasîm bê lidarxistin
08:12 Li Qilabanê daristan şewitî
27/08/2020
23:35 Wê cenazeyê Tîmtîkê li Goristana Gaziyê bê definkirin
21:11 Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da
20:35 Qelbê Ebrû Tîmtîkê sekiniye
19:37 26 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbatên Tîmtîk û Unsal: Zarokên me berdin
16:57 Şandeya KCD’ê û DBP’ê serdana Erdîşê û Ebexê kir
16:16 HDP’iyên sîxûrî li wan hat ferzkirin: Tiştek ji me bibe dewlet berpirsiyar e
15:25 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
15:11 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang: Dawî li siyaseta mirinê bînin
14:55 12 kes li ber mala Erdogan hatin binçavkirin
14:54 ‘Li pişt cînayetên jinan pergala hiqûqê heye’
14:31 Olûç: Yên Mûsa Orhan diparêz in kî ne?
13:41 Ji AYM’ê biryara Kûşkonar: Faîl ne diyarin, bila tazmînat bê dayîn
13:32 Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin
12:39 Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:27 Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim
10:49 Yuksekdag: Em dikarin bi piştevaniyê Tîmtîk û Unsal bidin jiyîn
09:53 Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin
09:04 DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir
09:04 5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin
09:04 Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye
09:03 Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan
09:03 Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
26/08/2020
21:28 Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye
19:46 Koca: 20 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin
18:17 Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
16:54 Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir
16:06 Guven: Em hemû hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin
15:38 Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê
15:33 Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir
15:32 Ozturk: Muxatabê çareseriya kêşeya kurd birêz Ocalan e
15:10 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin
13:47 Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike
13:15 Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were
13:13 Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin
12:37 Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e
11:51 Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye
11:40 Başaran: Derket holê ku kî tecawizkar diparêz e
11:39 YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye
11:37 ‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’
11:07 Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe
11:00 Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike
10:39 Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar
09:58 Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin
09:52 Romana 'Çerxa Xedar' heqîqetê ronî dike
09:16 Çawîşê Pispor ê bû sedema kuştina Îpek Er serbest berdan
09:05 Ev gund, bi salan e bê av e
09:05 Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
09:05 Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye
09:05 Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt
09:04 Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e
09:04 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin
09:04 Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
07:41 80 penaber noqî deryayê bûn
01:45 Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan
25/08/2020
20:13 Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?