ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran berdana tecawizkar Mûsa Orhan ê bû sedema kuştina Îpek Er nirxand û got: “Carek din derket holê ku ew kesên dixwazin tecawizkar û kujeran biparêz in kî ne.”
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran berdana Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kir û bû sedema kuştina wê nirxand. Başaran got ji roja ewilî ve tê xwestin ku ser bûyerê were girtin. Başaran da zanîn ku kujer ango tecawizkar li ser nerazîbûna xelkê hat girtin û wiha got: “Tu hêcet nabe sedema berdana kiryar. Carek din derket holê ku ew kesên dixwazin tecawizkar û kujeran biparêz in kî ne. Bi vê beranê her tişt eşkere bû ku kî Mûsa Orhan diparêz e û xwestiye wî berdin. Berdana Mûsa Orhan encama polîtîkayek sîstematîk e. Lê em ê wek jinan vê dozê bişopînin. Daxuyaniya Sûleyman Soylû jî van kujer û tecawizkaran bi wêrek dike.”