NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Qanûna Bingehîn, derbarê bûyera 38 kesên li gundên Kûşkonar û Kocagili yên Şirnexê bi balafirinên şer hatin qetilkirin de, biryara binpêkirina mafê jiyanê da. Dadgehê, biryar da ku ne pêkane faîl bên tespîtkirin, bila tazmînat bê dayîn, da.
Di 26’ê Adara 1994’an de, balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) gundên Kûşkonar û Koçagili yên Şirnexê bombebaran kiribûn û di bombebaranê de 38 kes hatibûn qetilkirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), derbarê bûyerê de biryara “Binpêkirina mafê mirovan” da.
Li gorî nûçeya Gokçer Tahîncîoglû ya di T24’an hat dayîn, AYM’ê li gel biryara binpêkirina giran a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) yê di sala 2014’an de dayî jî, girîngî neda lêpirsînê û ji ber vê berpirsiyar nehatin cezakirin û ser dosyayê hat girtin.
Dadgehê, ji ber dembûyerê got, pir dem derbas bûye û ne pêkane ku faîl bên tespîtkirin. Dadgehê li ser vê yekê biryar da ku 40 hezar û 130 hezar TL tazmînat ji bo xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan bê dayîn.