STENBOL – Li Stenbolê 12 kesên xwestin li ber mala Serokkomar Erdogan ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal daxuyanî bidin hatin binçavkirin.
Ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza “darizandina adilane” di rojiya mirinê de ne û her ku diçe rewşa wan nebaş dibe lidarxistina çalakiyan berfireh dibe. Komek çalakger ji bo balê bikişînin ser rewşa Tîmtîk û Unsal xwestin li ber mala Serokkomar Tayyîp Erdogan a li Kisikliya Stenbolê daxuyanî bidin û ew ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gel têkildarî binçavkirina wan çalakgeran di hesabê medya civakî de daxuyanî da û ragihand ku 12 miwekîlên wan ê xwestine li ber mala Erdogan daxuyanî bidin hatine binçavkirin.
Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Sevcan Akdogan, Alî Hasan Akgul, Beyhan Gun, Turgut Onur, Huseyîn Kutuk, Eren Yilmaz, Ozgur Can, Erbîz Bakîcan Işik, Emircan Yazi, Baran Katar, Yildiz Turan, Coşkun Oztekîn.