STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ragihand ku kesên xwe wek polîs û endamên MÎT’ê didin nasîn sîxûriyê li rêveber û endamên wan ferz dikin û wan HDP’iyan sîxûrî li wan hatiye ferzkirin gotin heke tiştek were serê wan dewlet berpirsiyar e.
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê têkildarî polîtîkaya lêferzkirina sîxûriya ya demên dawî li ser rêveber û endamên Meclîsa Ciwanan tê kirin, li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîn çapemeniyê li dar xist.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û 3 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku sîxûrtî li wan hatiye ferzkirin û rêvebera ÎHD’ê Leman Yûrtsever beşdarî civînê bûn.
LÊFERZKIRINA SÎXÛRTIYÊ ZÊDE BÛYE
Rêvebera ÎHD’ê Yûrtsever ewilî axivî û diyar kir ku têkildarî lêferzkirina sîxûrtiyê serlêdanên ji bo komeleya wan zêde bûne û ferzkirina sîxûrtiyê wek salên 90’î bi polîtîkaya dewletê re didome. Yûrtsever got roj li nîvro ew kesên xwe wek MÎT û polîsan didin nasîn sîxûrtiyê ferz dikin û ew ê jî vê mijarê ji nêz ve bişopînin.
‘HEMAN RÊBAZ DI DEWRÊ DE NE’
Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût jî da zanîn ku her cara ku pergala dewletê dixetime serî lir ê û rêbazên berê dide û çawa ku berê ev polîtîka bi kêrî tiştekî nehat îro jî wê bi ser nekeve û dê rê nedin vê polîtîkayê.
‘WÊ KES SERÎ NETEWÎNE’
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî destnîşan kir ku bi salane lêferzkirina sîxûrtiyê ya polîtîkaya dewletê ye didome û heta yek ji wan bimîne dê li hember vê rejîmê serî netewîne.
‘GEF LI MALBATA MIN JÎ XWARIN’
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mûsa Taştan ê bi sîxûrtiyê re rûbirû ma jî diyar kir ku ji roja ew bûye endamê HDP’ê kesên xwe wek endamên MÎT’ê û polîsan didin nasîn gefan lê dixwîn û di heman demê de gefan li malbata wî jî dixwin. Taştan got polîs bertîlê jî teklîfî wî dikin û piştî ew qebûl nake gef û heqaretên giran lê dikin.
‘WESAYÎT Û DIKANAN BIŞEWITÎNE’
Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sûltangaziyê Cîhan Çîtgez jî diyar kir ku sê roj berê 4 kesên bi rûpoş ku xwe endamên îstîhbaratê dan nasîn li wesayîtek siwar kirine û wî revandine. Çîtgez got wan kesan gef û heqaret lê xwarine û kirine û lêdane. Çîtgez da zanîn ku wan kesan jê re gotiye “tu wesayîtan û dikanan bişewitîne tu serbest î” û sîxûriyê lê ferz kirine. Çîtgez anî ziman ku piştî teklîfa sîxûrtiyê lê kirine û wî qebûl nekiriye piştî demek dirêj berdane.
‘DEWLET BERPIRSIYAR E’
Ji endamên HDP’ê Ozer Yildirim jî destnîşan kir ku 4 kesên xwe wek endamên îstîhbaratê dane nasîn wî revandine û birine cihek xalî û pişt re sîxûrtî lê ferz kirine. Yildirim da zanîn ku heke tiştek ji wan bibe berpirsiyarê wê dewlet e û wek din jî berpirsiyar kesek din nîne.
Piştî civîna çapemeniyê ciwanên HDP’yî çûn dozgeriyê gilî kirin.