* Sewalvanên Wanê ku ji bo heywanên xwe ji bajarin din giya û kayê peyda dikin, destnîşan kirin ku piyase di destê qereborseciyan de ye û gotin, wê zivistana îsal zehmet derbas bibe.
* Welatiyên ku di dawet, nîşan û hineyan de bi def û zirneyê debara xwe dikin gotin: "Şewb di serê Adarê de dest pê kir. Aha ji wê rojê ve karê me sekiniye. Me jî ji mecbûr bi faîzê kredî kişand û ew jî qediya."
* Şaredariya Hezexê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ava qenalîzasyonê dirijîne Çemê Seqlanê. Ji ber vê jî ji derdorê bêhneke nexweş tê û zirar digihê erdan.
* Hevberdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acara Başaran, li dijî şidet û cinayetên tên kirin xwest Peymana Stenbolê pêk bê û got, Îpek Er ji ber bêedaletiyê dawî li jiyana xwe aniye.
* Dayikên Şemiyê bi boneya li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin dê ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî çalakiya 805'emîn a heftane li dar bixin. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê di hefteya 603'yemîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" bi rêya vîdeoyê pêk bîne. (12.00)
* Aktîvîstên mafê mirovan dê li Enqere û Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)
* HDP di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de dê li gelek bajaran serdana gel bidomîne. (12.00-19.00)
* HDK, HDP û TJA dê bi dirûşma "Edalet tune be wê aştî jî tune be" li Meydana Barbaros Hayrettîn Paşa ya Beşîktaşa Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (17:30)