AGIRÎ – Li navçeya Bazîdê di navbera leşker û HPG’iyan de şer derket û 2 çawîşên pispor hatin kuştin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ser sînorê Tirkiyê û Îranê di navbera leşker û endamên HPG’ê de şer derket. Di şer de du leşkerên çawîşên pispor birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Leşkeran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku li herêmê şer berdewam dike.