NAVENDA NÛÇEYAN – Pasdarên rejîma Îranê dîsa kolberan gulebaran kir û 2 kolber bi giranî birîndar bûn.
Pasdarên girêdayî Rejîma Îranê li ser xeta sînor dîsa kolberan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de 2 kolberên kurd birîndar bûn. Yek ji van kolberan Nerîman Suhbanî li sînorê Kirmanşanê birîndar bû û yek jê jî bi navê Xidir li sînorê Serdeştê bi giranî birîndar bûn.
DI T3İRMEHÊ DE 10 KOLBER HATIN QETILKIRIN
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di rojên derbasbûyî de rapora derbarê kolberan de eşkere kiribû û diyar kiribû ku 10 kolber di meha tîrmehê de hatine qetilkirin û 14 kolber jî birîndar bûne.