STENBOL – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay çû serdana gora parêzer Ebrû Tîmtîk a ji bo darizandina adilane di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay çû serdana gora parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza “darizandina adilane” ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dabû. Gunay li gel parêzerên endamên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn serdana gora li Goristana Gaziyê ya Stenbolê.
Gunay û yên li gel wê qerenfîlan danîn ser gora Tîmtîk. Guny li ser gorê axivî û got: “Parêzer Ebrû Tîmtîk ji bo edaletê têkoşiya û ew bi birçîbûna edaletê jiyana xwe da. Teqez em ê edaletê li vî welatî pêk bînin.”