MÊRDÎN - Ekrem Ozel ê li gundê Dirrîn a Şemrexa Mêrdînê Meliha Kaya kuşt, şopa xwe winda kir.
Li Gundê Dirrinê yê Navçeya Şemrexa Mêrdînê Ekrem Ozel ê 75 salî Meliha Kaya a 50 salî kuşt û Abdurrahim Kaya 56 birîndar kir. Ekrem Ozel ê Meliha Kaya kuşt û Abdürrahim Kaya birîndar kir, ji cihê bûyerê reviya û şopa xwe winda kir.
Piştî bûyerê Abdürrahim Kaya rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê. Cenazeyê Meliha Kaya jî ji bo otopsiyê şandin morga nexweşxaneyê.