NAVENDA NÛÇEYAN - Îro Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyeyê li paytexta Rûsyayê Moskovê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.-
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Serokê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl beriya kêliyekê li paytexta Rûsyayê Moskovê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de muzakereya lihevkirinê îmze kir.
Di civîna çapemeniyê de, Qedrî Cemîl piştrast kir ku muzakere tenê di navbera her du aliyên Sûriyeyê de ye û gelek bendan digire nava xwe.
Îlham Ehmed jî, diyar kir ku ev muzakere ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê gaveke nû ye, ji ber vê yekê ew kêfxweş in û bi hêvî ne ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê kar û xebata xwe berdewam bikin û li şûna çareseriya leşkerî girîngiyê bidin çareseriya siyasî, dawî li nakokî û şer bînin, koçber û penaberên li derveyî welat vegerin malên xwe û girtiyan serbest berdin.
Hat zanîn ku ew ê her du alî biçin Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê.