ENQERE - Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban (ATO) ya Enqereyê diyar kir ku di 19 rojan de li Enqereyê 176 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba Covid-19 ketine.
Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban (ATO) a Enqereyê, diyar kir ku heta 2'ê Îlonê 693 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba Covid-19 ketine. ATO da zanîn ku di 19 rojên dawî de 176 xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê ketine. ATO herî dawî di 14'ê Tebaxê de têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku 517 xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê ketine.