* Bi ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ewilî hat ragihandin re 5 sal derbas bûn. Tevî ku 21 kes hat kuştin jî le hêj birînên Cizîrê nehatine pêçandin. Dayika Cemîle ya 10 salî ku cenazeyê wî xistin sarincê Emîne Çagirga got: “Ez ê qet wan rojan ji bîr nekim. Ez bang li dayîkên hemû cîhanê dikin, bila destê xwe bidin hev û aştiyê bixwazin. Kuştin tiştek nade destê kesî. Heta ku ez hebim ez ê şopdara doza Cemileya xwe bim.”
* Li Wanê welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin debara xwe bikin, anîn ziman ku hikûmet ji bo ku krîzê neyne rojevê her tim rojevê diguherîne.
* Hevserokê Şaxa SES a Şîşliyê Abûzer Aslan, anî ziman ku daneyên der barê şewba Covîd-19'ê de tên parvekirin ne rast in. Aslan, diyar kir ku ji ber şert û mercên heyî tenduristkar dixwazin teqawid bibin û got: "Divê em bijîn ku mirov bidin jiyandin."
* Hevpîşeyên Parêzer Aytaç Unsal ku 214 roj in di rojiya mirinê de ye, bang kirin: "Êdî tehemila me nemaye ku em canekî xwe yê dinê jî bisipêrin axê." Her wiha hevpîşeyên Unsal bang li her kesî kirin ku berpirsiyariya xwe ya civakiyî pêk bînin.
* Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden anî ziman ku daneyên ku Wezîrareta Tenduristiyê parve dikin ne rast e û got, ji 10 nexweşan yekê jê kedkarên tenduristiyê ne. Erden, bilêv kir ku ji ber şert û mercên xebatên ên zor û zehmet her diçe hejmara xebatkarên tenduristiyê yên îstifa dikin zêde dibin.
* Rêxistina TÎP'ê ya Mêrsînê, wê têkildarî êrîşa li dijî Bariş Atay li avahiya partiyê daxuyanî bide çapemeniyê.
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, wê derbarê rojeva jinan de, li navenda giştî ya partiyê civîna çepemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Şaxa SES'ê ya Enqerê, ji bo bîranîna kedkarên tenduristiyê yên di têkoşîna şewba vîrûsa koronayê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Nexweşxaneya Hacettepe çalakiyê li dar bixe.(12.30)
* Karkerên Bîmeksê, ji bo daxwazên mafê xwe bikin, wê li ber mala karderên li Kadikoyê ya Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. (16.00)