RIHA – Li Xalfetî û Bêrecûkê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Xalfetî û Bêrecûkê yên Rihayê polîs û leşkeran serê sibê bi ser malan de girtin di serdegirtinê de 2 kes hatin binçavkirin. Li taxa Aşagi Goklu ya Xalfetî rêveberê berê yê Rêxistian DBP’ê ya Xalfetî Ahmet Korkmaz û li taxa Sorgirlan a girêdayî navçeya Bêrecûkê jî Orhan Çalişmaz hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de kelûpelên malan hatin serûbinkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
,