AMED - Dozger mutalaaya xwe ya derbarê Mesût Issi yê ku parêzer Muzeyyen Boylû qetil kir de pêşkêşî dadgehê kir û xwest cezayê muebbeta giran li Issi bê birîn.
Danişîna 7’emîn a doza parêzer Muzeyyen Boylû ya ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dayika Boylû Turkan Boylû, parêzerên wê Hatîce Demîr, Serdar Ozer, Oyku Çakmak, Sînan Tanrikûlû û bersûc Issi û parêzerê wî Kutbettîn Odabaşi di danişînê de amade bûn.
HEWLDANA SÛCÊ BAVÊJE SER BOYLÛ
Bersûc Issi bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Issi parastina xwe kir û xwest hemû sûcî bavêje ser Boylû. Parêzerên Boylû parastina Issi îtîraz kirin û diyar kirin ku Issi bêbextiyan dike.
Dûre dozger mutalaaya xwe ya derbarê Mesût Issi de pêşkêşî dadgehê kir û xwest cezayê muebbeta giran li Issi bê birîn.
DANIŞÎN TALOQÎ 28’Ê ÎLONÊ HAT KIRIN
Parêzerên Boylû, ji bo ku derbarê mutalaayê de parastina xwe amade bikin dem xwestin. Şandeya Dadgehê, ev daxwaza parêzerên Boylû qebûl kir û danişîn taloqî 28’ê Îlonê kir.