AMED – Li Farqînê zarokê 5 salî ku li ber deriyê malê dileyîst di bin dîwarê hewşê yê hilweşiya de ma û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Tekelê ya navçeya Farqîna Amedê zarokê 5 salî Gokhan Yilmaz ê li ber deriyê malê dileyîst di bin dîwarê hewşa malê ku hilweşiya de ma. Zarokê biçûk di bin xirbeyên dîwar de jiyana xwe ji dest da. Şêniyên taxê cenazeyê wî derxistin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.