ŞIRNEX – Di TIR’a ku li navçeya Cizîrê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçû û li roniyên trafîqê qelîbî û agir pêket de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di TIR’a ku li ser rêya hawirdorê ya Cizîr Hezexê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçû û li roniyên trafîqê qelîbî û agir pêket de 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ji welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane yek jê Mahmût Akin e û navê her du kesên din nehatiye hînkirin.