ÇEWLIK – Li Çewlikê dormîşa ku karkerên çandiniyê yên demsalî dibir kar qeza kir û 11 kes birîndar bûn.
Dormîşa bi pîleqeya 72 AAC 137 ku karkerên çandiniyê yên demsalî ku li Herêma Behra Reş dixebitin têde bûn, li ser rêya Çewlik û Erziromê li herêma Sogûkçeşmeyê qelibî. Di qezayê de 11 kesên di dormîşê de birîndar bûn.
Birîndaran rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê û kirin tedawiyê.