STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2019’an de 5 hevdîtinan bi muwekîlên xwe re kiribûn. Lê ji hevdîtina dawîn a 7’ê tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî neyînî bersiva serlêdana parêzeran nayê dayîn.