Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd, diyar kir ku divê Parlementoya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta herêmê hesab bipirse û wiha got: “Gelê Kurd ji bo ku bibe xwedî hikûmet berdêleke mezin da. Erka parlementoyê ew e ku li rex gel raweste û bi tenê nehêle.”

Li Herêma Federal a Kurdistanê, 3  sal in qeyrana aborî heye. Ev jî  bandoreke neyînî li jiyan û rewşa gel dike. Ji ber qeyrana aborî gelek pirsgirîkên cuda li herêmê rû didin û heya niha jî tu hewledanek hikûmetê ya çareserkirina vê rewşê xuya nake. Her wiha nedayîn û derengketina mûçeyê karmandan jî li her qadên civakî bûye sedema pirsgirêkan. Îsal bixwe jî hikumeta herêmê ji sedî 21 mûçeyê karmendan kêm kiriye û heta niha tenê mûçeyên meha adarê daye. 
 
Ji ber nedayina mûçeyan û qrîza aborî, gelê herêmê rojên zor û zehmet derbas dike. Gelê herêmê têkçûyina aborî bi siyaseta PDK û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re gire dide. Derbarê qrîza aborî û geşadanên siyasî de Şêwirmendê Berê yê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û siyasetmenderê kurd Salar Mehmûd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Mehmûd, diyar kir ku sedemê qrîza aborî nerêvebirina hikûmeta herêmê ye û got ku parlemento bikaribe hesab ji hikûmetê bipirse dê qrîz çareser bibe. 
 
‘DIVÊ PARLEMENTO HIKÛMETÊ BIXE BER LÊPIRSÎNÊ’
 
Mehmûd, destnîşan kir ku ji xeynî bandora şewba koronayê, polîtîkayên ku li herêmê tên meşandin jî bandoreke neyînî li aboriya gel dike û wiha got: “Sedema yekemîn a qeyrana aborî daketina nirxê neftê û şewba vîrûsa koronayê ye. Her wiha siyaseteke baş ku aboriyê bi rê ve bibe jî nîne. Peymana Herêma Kurdistanê ya neftê ya li gel Tirkiyeyê xesar daye gelê Kurdistanê. Divê yan ev peymanan di berçavan re bê derbaskirin an jî bê betalkirin. Gelê Kurdistanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgerane ku heya niha nikaribûye beşek ji qrîzên berê yên aborî çareser bike û mûçeyê karmendan bide. Pêwîstî bi reforman heye û divê zelalî di xerckirinê de çêbibe û parlemento hikûmetê bixe ber lêpirsînê ka çima nikare sozên ku daye bi cîh bîne.”
 
‘PÊWÎSTE MIJARA NEDAYINA MÛÇE NEBE BEŞEK ŞERÊ SIYASÎ’
 
Derbarê nerazîbûnên nedayîna mûçeyan de jî Mehmûd, bi lêv kir ku mafê herkesî heye k udi vê mijarê de rêveberiya herêmê şermezar bike û ev tişt anî ziman: “Karmendên hikûmetê çalakiyan li dar dixin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Ev mafê wan yê herî sereke ye. Gelê Kurd berdêleke mezin da ji bo ku bibe xwedî hikûmet. Erka parlementoyê ew e ku  li rex gel raweste û tenê nehêle. Pêwîste Iraq jî mûçeyê karmendan bişîne û mijara mûçe nebe beşek ji şerê siyasî yê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendî de.”
 
‘PARLEMENTO BIKARIBE HESAB BIPIRSE WÊ ÇARESER BIBE’
 
Mehmûd, xwest ku Parlementoya Herêma Kurdistanê hesab ji hikûmeta herêmê bipirse û axaftina xwe wiha domand: “Heke reform were kirin, berpirsên ku gendelî kirine werin dadgehkirin, parlemento bikaribe hesab ji hikûmetê bipirse, dê beşek qeyran çareser bibin. Ji ber ku ev qeyran demeke dirêj e derketine, ji bo bên çareserkirin dem divê û bernameyek jêre pêwîste. Pêwîste hemû alî bi armanca parastina berjwendiyên gel beşdarî hikûmetê û xebatê bibin. Reformên rasteqîn bên kirin û di gotinê de nemînin, qeyranên aboriyê yên herêmê wê ber bi çareseriyê ve biçin.”
 
‘GELÊ KURD HÊJAYÎ JIYANEKE BAŞTIR E’
 
Mehmûd, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:” Hêvîdarim ku gelê kurd yekitiya xwe ava bike. Encax bi yekîtiyê wê planên dijmin têk biçin. Gelê kurd gelekî aştîxwaz û mirov dost e. Ji ber vê gelê kurd hêjayî jiyaneke baştir e. Gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî cihekî diyar e. Ji ber vê tu welat û hêz nikare vê rastiyê ji înkar bike.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

09/09/2020
18:16 Hevşaredara Giyadînê Yaşar hat berdan
16:53 Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan
16:18 Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da
15:45 Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin
14:57 Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne
14:40 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin
14:25 Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
15:05 Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin
15:04 Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike
14:51 Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê
14:37 KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne
14:27 Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn