WAN – OHD, TUHAY-DER û Baroya Wanê derbarê Girtîgeha Panosê de raporek hevpar amade kirin û diyar kirin ku pirsgirêka ava nepaqij, bi kurmik û bêhna pîs didome û bi heman avê xwarin çêdikin û kurmik di xwarinê de derketine.
Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) û Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê ji ber vîrûsa koronayê û gefên li dijî girtiyan çûn serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê û raporek hevpar amade kirin.
Di raporê de tê gotin her çiqas tevdîrên li dijî koronayê hatibin girtin jî lê têr nakin û mafê tenduristiyê ya girtiyên li Girtîgeha Panosê hatiye sînorkirin û girtî birêkûpêk nayên dermankirin û rayedarên girtîgehê derbarê weqayan de zelal nêz nabin.
AV Û XWARINA NEPAQIJ DIDIN GIRTIYAN
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber girtî nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên tenduristiyê jiyana wan di bin rîskê de ye û kelûpelên paqijiyê bi bihayek giran difiroşin girtiyan. Di raporê de hat gotin tevdîrên mesafeyê jî nayên girtin û vîrûsa koronayê girtiyan dixe bin talûkeyek mezin. Di raporê de hat diyarkirin ku pirsgirêka ava nepaqij, bi kurmik û bêhna pîs didome û bi heman avê xwarin çêdikin û kurmik di xwarinê de derketine û ji bo tenduristiya girtiyan divê demildest tevdîr werin girtin. Di raporê de hat xwestin lazime girtiyên nexweş û extiyar jî demildest werin berdan.