ENQERE – Ji ber tacîza wî ya li Merve Demîrel, 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li polis Sezgîn S. hat birîn.
Di 16’ê sibata 2019’an de li ser kolana Sakaryayê ya Enqereyê, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYAD) çalakiyeke li dar xistibûn. Polisan mudaxaleyî vê çalakiyê kiribûn polisê bi navê Sezgîn S. xwendekara zanîngehê Merve Demîrel tacîz kiribû.
Li ser gilîkirina Merve Demîrel û Baroya Enqereyê derbarê polisê tacîzkar Sezgîn S. de bi sûcdariya “êrîşa zayendî” doz hatibû vekirin. Danişîne biryarê ya dozê li 29’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin.
Bi hinceta pandemiyê destûr nehat dayîn ku rojnameger bikevin eywana danişînê. Çavdêrên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Navenda Mafên Jinan a Enqereyê û Navenda Mafê Parêzeran, Demîr û parêzerên alî tevlî danişînê bûn.
Polisê tacîzker Sezgîn S. tevlî danişînê nebû.
Piştî parastinên parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi sûcdariya “êrîşa zayendî” û “Bi karanîna nebaş a peywira cemaweriyê” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li polisê tacîzker Sezgîn S. birî.