STENBOL – Rêveber û endamên ESP’ê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û xwestin hevalên wan binçavkirî werin berdan.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû jî di nav de 14 rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku îfadeyên li emniyetê bi dawî bûne. Tê payîn siyasetmedaran dê bibin Dadgeha Çaglayana Stenbolê. Beriya darizandinê, rêveber û endamên ESP’ê li ber Dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin werin berdan. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û parlamenterên HDP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
‘EM Ê HEVALÊN XWE BIGIRIN’
Di daxuyaniyê de ewilî Hevberdevk Îdîl Ûgûrlû axivî û diyar kir ku bloka îqtîdara AKP-MHP’ê her kesê li dijî wan derdikeve û radibe bi binçavkirinê ditirsînin û hevalên wan li ser fermana ji qesrê tên binçavkirin. Ûgûrlû got ew ê tevî her tiştî jî aştiyê û demokrasiyê bixwazin, xwe bi rêxistin bikin û wê hevalên xwe hemû ji van qesrên edaletê bigirin û biçin.
‘EM Ê ÊRIŞAN PÛÇ BIKIN’
Pişt re Berdevka Giştî ya SKM’ê Denîz Aktaş jî axivî û destnîşan kir ku bi salane AKP êrişî ESP’ê dike û ew ê van êrişên AKP’ê pûç bikin.
DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ
Endama MYK’a SGDF’ê Nazli Yoyler jî da zanîn ew hatine ku hevrên xwe ji dadgehên di bin banê dîktatoriya faşîst de bigirin û dê li dijî van êrişan têkoşîna xwe bidomînin.
DÊ BI SER BIKEVIN
Di dawiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî axivî û destnîşan kir ku li gel zextan hemû jî serkeftin nêz e û dê ne êrişên AKP-MHP’ê wê têkoşîna wan teqez bi ser bikeve.