Gunay: Divê kurd nebin amûrê tifaqa qirêj a dewletan

img
AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got: "Di bingeha biryarên şer û operasyonan de polîtîkaya tecrîdê heye. Her ku tecrîd tê şidandin şer jî giran dibe. Tifaqa qirêj mezin dibe. Divê kurd nebin amûrê tifaqa dewletan." 
 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî geşedan û mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Gunay di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di ser Darbeya 12'ê Îlonê re 40 sal derbas bûne û diyar kir, "Pêkanîna tarîtiya 12'ê Îlonê hemû ji bo AKP û Erdogan bû mîrateyek. AKP xwe dispêre sazî û destûra bingehîn a darbeyê, bi vî rengî desthilatdariya xwe didomîne. AKP bi tifaqa xwe ya bi hêzên tarî yên li nava dewletê re vî mejiyê darbekar kûrtir dike. Desthliatdarî xwe ji vî zîhniyetê darbekar xwedî dike. Em jî li dijî vî zîhniyetê li ber xwe didin. Zîhniyetê darbekar sedema bingehîn a neçareserkirina pirsgirêka Kurd e."
 
'LIHEVKIRINA ÎRAN-TIRKIYEYÊ DEWAMA NEÇARESERIYÊ YE'
 
Gunay anî ziman ku di tifaqên herêmî yên navbera dewletan de li dijî Kurdan tên kirin, ew vê nêzîkatiyê bi rengekî eşkere dibînin û got: "Di civîna 6'emîn a Konseya Hevkariyê ya bi Asta Bilind a navbera Îran û Tirkiyeyê de ku çend roj berê hate lidarxistin, biryara şer hate wergirtin. Biryarên ku di vê civînê de hatin ragihandin, belgeyeke nû ya polîtîkayên neçareseriyê yên herêmî ne ku navbera dewletan hatiye amadekirin. Iraq, Îran û Tirkiye ji bo mafên bingehîn ên Kurdstan desteser bikin, ji bo pêşî li rêvebirina xwe bi xwe ya Kurdan bigirin, ne tenê îro, doh jî heman hevkarî dikirin. Hêzên li nava van dewletan biguherin jî tifaqa wan û mejiyê wan ê li dijî Kurdan qet naguherin."
 
'DIVÊ HÊZÊN KURD BI HESASIYET TEVBIGERIN'
 
Ebrû Gunay di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ev dewletên navborî, dema ku tifaqa li dijî Kurdan kûr dikin, heta ji wan tê hewl didin ku Kurdan li ber hev rakin û beşek ji Kurdan jî tevlî vê tifaqa dij bi Kurd bikin. Lewma bi navê HDP'ê em bang li hêzên Kurdan hemûyan dikin ên ku derdê wan azadî û mafên Kurdan e, ku di vê mijarê de bi hesasiyet tevbigerin. Dîrok yekîtiya neteweyî li Kurdan ferz dike. Yên ku bibin amûrek ji vê polîtîka navbera dewletan re wê ji aliyê dîrokê ve neyên efûkirin.
 
Me serdana Nêçirvan Barzanî ya heftey derbasbûyî ya li Enqereyê ji nêz ve şopand. Bêguman em heta dawiyê piştgiriyê didin wê yekê ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê rêyên dîplomatîk hemûyan bi kar bîne û bi her derdorê re têkiliyê deyne. Lê belê wezîfeya me ye ku em hem hişyariyê bidin hem jî jê bixwazin ku nebe amûrê polîtîkayên ku têkiliyên navbera Kurdên li Rojava û Başûr xera dikin. Bendewariya me ew e ku Rêveberiya Kurd a Herêmî di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de ji bo çareseriyê bi rolekê rabe û li dijî nêzîkatiyên ku yekîtiya Kurdan xera bikin helwestê nîşan bide. Me berê jî gelek caran anîn ziman ku Rêveberiya Kurd a Herêmî di çareseriya pirsgirêka Kurd de dikare bi roleke dîrokî rabe û yekîtiya navbera Kurdan pêk bîne."
 
'TECRÎD ŞER GIRAN DIKE'
 
Gunay bal kişand ser rêyên çareseriyê û got: "Heta ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê, bi rêbazên demokratîk, wekhev û adîl neyê çareserkirin, li vî welatî hêza darbeyê û tifaqên qirêj her kûr dibin, civak dîl tê girtin. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedem ku bingeh ji sazîbûna faşîzmê re amade bibe, dibe sedem ku çavkaniyên aborî li şer bên erckirin û aborî têk biçe."
 
Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Di bingeha biryarên şer û operasyonan de polîtîkaya tecrîdê heye. Her ku tecrîd tê şidandin şer jî giran dibe. Tifaqa qirêj mezin dibe."
 
Gunay destnîşan kir ku her kesên çareseriyê dixwazin divê bala xwe bidin ser deklarasyona wan a aştiyê.

Sernavên din

13/09/2020
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
15:44 Xebatkarekê tenduristiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:34 '40 sal berê çi bû îro jî heman tişt pêk tê’
15:27 Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan
14:59 Destûr nehat dayîn tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya DYA’yê
14:36 Hewldana 78’an: Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin
14:30 Li gundê Girherrîn bûyer narawestin
14:10 ‘Heke ziman û nasnameya kurdî were nasîn, wê Tirkiye pir rengîn bibe’
13:55 Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn
13:28 Ji 2 kolberên derbasî Wanê bûn agahî nayê girtin
13:19 Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin: 12’ê Îlonê didome
13:17 Şaredariyê bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax kir
13:01 Çalakiya rûniştinê di roja 3'yemîn de ye: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
12:40 Birayê Bariş Çakan hat binçavkirin
12:36 Hat xwestin cezayê Tîtîk a nexweş were taloqkirin
12:35 HDK’ê bertek nîşanî girtinan da
12:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Kamîl Bîlgeç pirsîn
12:13 Îtîraza berdana tecawîzkar hat redkirin: Gilîdar nikare îtîraz bike
11:51 Li navçeya mirin lê zêde bûne biryara kinkirina selatan hat dayîn
11:04 HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê rihê 12'yê Îlonê dewam dike
10:51 Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize
10:27 Li erdê ku serokê AKP’yî desteser kiriye avahiya qaçax li ber qedandinê ye
09:52 Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe
09:40 Nameya ku HDP’ê ji Farisogûllari re şand hat desteserkirin
09:07 ‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e'
09:02 Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in
09:02 Bijîşk Tûran: Gava tenduristkar bi şewbê dikevin kêfxweş dibin
09:01 Qeyûm, Nûrbakiyê ku jinan bi 'fuhûşê' tawanbar kiribû anî ser serokatiya daîreyekê
09:00 Çalakiya karkeran didome: Em ji bo pêşeroja xwe li ber xwe didin
09:00 Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin
09:00 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Dengê wî bibihîsin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN
11/09/2020
20:12 56 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:26 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû û 16 siyasetmedar hatin girtin
16:50 Li Mêrdînê xwepêşandana li dijî DEDAŞ’ê didome
16:34 Parlamenterên HDP’ê beşdarî çalakiya Ozguneş dibin
15:37 AYM'ê hikma ‘di rêyên navbajaran de meş nayên lidarxistin’ betal kir
15:08 TTB’ê bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anî: Divê bijîşkên serbixwe biçin girtîgehan
14:54 10 sal ceza li Parlamentera HDP’ê Tosûn hat birîn
14:45 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Divê mûçeyê xebatkarên tenduristiyê di ser sînorê xizaniyê de be
13:54 Ji bo Akman banga ‘gav avêtinê’ hat kirin
13:28 Dozger xwest Şenoglû û ESP'î bên girtin
13:27 Gunay: Divê kurd nebin amûrê tifaqa qirêj a dewletan
12:56 Li ber Dadgeha Stenbolê daxuyanî: Hevalên me berdin
12:40 Qedexeya Walîtiyê ji bo AKP’iyan ne derbasdare!
12:19 Bi gumanbarî li mala xwe mirî hat dîtin
12:16 Çalakiya li dijî şewata li Çiyayê Cûdî di roja duyemîn de ye
12:00 Hafizeya Kobanê diçe Ewropayê
10:56 Dayîka Şûle Îdîl Dere: Ji bo ku edalet pêk bê, ez ê herim her derê
10:42 ‘Deriyê Îmraliyê dikare bi bertekên civakî vebe'
10:34 Şahidên 12’ê Îlonê: Îro tenê rêbaz guheriye, lê heman zext hene
10:29 Li Farqînê mirinek bi guman
10:24 Unsal ji bo Akman a di rojiya mirinê de ye bang kir
09:33 Bertek nîşanî bersivdayîna Tirkiyê ya ji bo NY da: Hevjînê min di binçavan de hat windakirin
09:18 Rojnamevan Çelîk: Sirf ji bo çapemeniya muxalif bê tepisandin ceza li me birîn
09:08 Xwişka Akman a di rojiya mirinê de bang li Wezareta Dadê kir
09:07 Kûnûr: Polîtîkaya qeyûman negiha armanca xwe
09:07 Ji ber nivîsa 'ez we pîroz dikim' salek ceza lê birîn!
09:07 Girtiyê nexweş û 81 salî 6 meh in nebirine nexweşxaneyê
09:06 Berteka li dijî qada medenê: Gelo wê çi feydê bide me?
09:06 Santrala termîkê hilberîn kêm kir û dar hişk kirin!
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2020'AN
10/09/2020
21:16 Her 3 aktivîstên TJA'yê hatin berdan
21:10 Li 3 deverên Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
17:40 Çalakiya Ozgûneş wê 3 rojan bidome
16:47 2 sal ceza li polisê ku Demîrel tacîz kiribû hat birîn
16:22 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Karabûk a HDP’î
16:22 DÎSK’ê serdana karkerên ji kar hatine derxistin kir
15:08 Yerlîkaya: Hejmara nexweşan 10 qat ji daneyên wezîr zêdetir e
14:37 Wezîr Koca: Li Wanê hejmara nexweş du qat zêde bûye
14:12 Ozguneş li dijî xemsariya şewata li Cûdî dest bi çalakiya rûniştinê kir
14:08 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî bi vîrûsê ketin
13:26 Girtiyê 76 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:13 Di doza Şûle Îdîl Dere de biryar hat dayîn
13:04 Macron: Em ê ji bo diyarkirina hewlesteke hevpar a li dijî Tirkiyeyê bixebitin
12:31 Sedema bûyerên li 13 bajaran pêk tên pirsgirêka kurd û bêkariye
11:52 Cenazeyê Atsak li Ebexê hat definkirin
11:51 Qurbaniyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn: Em ê bi daxwazên aştiyê bikevin sala 5’emîn
11:51 Li gundê karkerên kurd test nehatine kirin: Ev dewama êrişê ye
11:13 Pêketiyên vîrûsê 28 mîlyonî derbas kir
10:55 Kiryarên destdirêjiyê hatin berdan
10:17 Turkdogan: Serdana Spano asta hiqûqa Modernetîya Kapîtalîst nîşan dide
10:15 Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
09:58 Cûdî 3 mehin dişewite: Nehêlin bênefes bimîne
09:04 Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
09:03 Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e
09:03 Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin
09:03 Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin
09:03 Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN
09/09/2020
19:41 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:36 Biryara der barê doza rojnamevanan de hat aşkerekirin