ÎZMÎR – Mafnasan ji bo Dîdem Akman a 207 roj in di rojiya mirinê de ye banga gav avêtine li rayedaran kirin.
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Şaxa Îzmîrê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, Komeleya Hiqûqzanên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Îzmîrê, Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a roj in di rojiya mirinê de ye li ber Dadgea Bayrakliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Mafnasan ewilî ji bo Akman daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê û bal kişandin ser xeteriya rewşa tenduristiya wê.
REWŞA WÊ BI XETERE YE
Li ser navê komeleyan parêzer Nergîz Tugba Aslan daxuyanî da û diyar kir ku Dîdem Akman di hucreyek pirsgirêkên wê cidî yên oksîjenê hene tê ragirtin û Dîdem Akman bi bi nexweşînên cidî re rûbirû ye. Aslan da zanîn ku jiyana Akman ketiye astek xetere û bang li rayedaran kir ku guh bidin daxwazên wê û gavan biavêjin.